ÎZMIR – Kalemêrekî kurd pê 13 mirovên xwe ketiye

08-02-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Îzmîr (Rûdaw) - Di bin Deryaya Ege (îce) de gelek termên penaberan hene. Mehsûm ku kalemêrkî kurd ji Dirbêsiyê ye, ji mala xwe 13 kes di Deryaya Egeyê de winda kirin, ev 3 meh in li Îzmirê ye, li pey her 13 kesan xwe digere.

Peyamnêrê Rudawê li bajarê Îzmîrê xwe gehand yek ji wan malbatan ku 13 neferên wan 3 mehên di bin deryaya îce de ne.

Ji malbata Mehsûm Cemîl bi giştî 13 kes ketine bin avê û heta niha jî derbarê çarenivîsa wan de ti agahî nîne.

Ji wan kesên binavbûne deh zarok in hemû di dema rêwingaya xwe ya bo Yûnanistanê di Deryaya Egeyê de xeniqîne.

Masûm Cemîl 70 salî ye, lê piştî xeniqîna çend kesan ji malbata wî beşek ji rihên wî spî bûye.

Cemîl ji Rûdawê re wiha got: “Sefîne di binê avê de li me qûlipî, 13 kesê me heta niha di binê avê de ne. Îro sê meh in em digerin û çi der namane me berê xwe nedayê. Me xwe avêt ber Hikûmeta Tirkiyê, me xwe avêt ber bi Serokwezîrê Tirkiyê, me xwe ber avêt Recep Tayyip Erdogan lê kesekê ji bo me tiştek nekir heta roja aniha.”

Masûm û malbata wî ji ber şerê Sûriyê ji Dirbêsiya hatine Îzmirê.  Polîsên Tirkiyê bi gotinên xwe ew bê hevî kirine. Niha ji hemû malbata vî kurdê Rojava tenê hindek wêne mane ku sebra xwe bê bîne.

Cemîl wiha domand: “Aha di vê derê de ne. Ez wan derdixim û ji xwe re li wan dinêrim û ez êvarî wan dixim hembêza xwe. Ez wan sêzdeh zarokan bi xwe re digerînim deh zarok in û sê pîrek. Ez dixim berîka xwe û li ser dirazêm. Ev ji min re mane ev kaxiz ji min re mane.

Ev e ye derya îce çavên mehsum pê narabin. Dibêje piştî xendîqana malabata min yekem care ez têm ber peravên vê avê.

Ev tenê  cîroka malbetkî bû eger  mirov nêzîkî vê deryayê bibe mirov dê bibe şahidê gelek çîrokên penaberên ên bi vî rengî ku her yek ji wan weke rupelekî veşartiyê di binê vê deryayê de.



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst