Davutoglu li ser serdana Mesrûr Barzanî ya Tirkiyeyê bi Kurdî peyamek belav kir

14 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Ahmet Davutoglu Mesrûr Barzanî Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu ragihand ku serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya Tirkiyeyê gaveke guncav û di cih de ye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî doh çû Tirkiyeyê  û li Enqereya paytexta wî welatî li gel Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan civiya.

Serokê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu îro li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê wê serdana Mesrûr Barzanî bi zimanên Kurdî û Tirkî peyamek belav kir.

Ahmet Davutoglu serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ya Tirkiyeyê wekî gaveke guncav û di cih de pênase kir.

“Gaveke guncaw e”

Davutoglu di peyama xwe de wiha got:

“Hatina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo welatê me û hevdîtina wî li gel birêz Serokkomar gaveke guncaw e.

Li hemberî hêzên emperyal ên ku di van demên dawî de hewl didin li herêma me tevliheviyê çêbikin, pêwîst e em di demeke wiha de diyalogeke xurt li gel birayên xwe yên Kurdên Sûriyeyê û Îraqê yên ku bi hezaran salan e hemdîrok û hemqedera me ne bidomînin.

Dîzaynkirina hemû milletên ku li Rojhilata Navîn dijîn ji teref rewşenbîrî ya hêzên emperyalîst, ji bo welatê me û herêma me rewşeke nayê qebûlkirin.

Pêvajoya aştiyê li Rojhilata Navîn tenê bi hewaya diyalog û hevkariyên ji dil dikare were avakirin!”

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst