Hewlêr (Rûdaw) - MHP û AK Partiyê rexneyên tund li helwesta CHPyê ya li ser pirsgirêka Kurdan kirin.
Li Tirkiyeyê “pêvajoya nû” mijare sereke ya aliyên siyasî ye.
Heyeta DEM Partiyê ya ku 28ê Çiriya Pêşîn bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî bû, 2yê vê mehê bi partiyên siyasî yên li parlamentoyê re dest bi hevdîtinan kir.
Serokê Partiya Hareketa Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe ya Parlamentoya Tirkiyeyê de têkildarî pêvajoya nû axivî.
“Em hewl didin rêyeke çareseriyê bibînin”
Devlet Bahçelî rexneyên tund li CHPyê girtin û got:
"Ji bo her pirsgirêkekê, em hewl didin rêyeke çareseriyê ya bê nihênî bibînin.
Eger CHP ji rê derkeve û bixwaze çalê ji Tirkiyeyê re bikole, bi saya Xwedê em dê wekî Hevpeymaniya Cumhur destûrê nedin.
Ji bo me yekîtiya niştimanî û biratî mijareke man û nemanê ye."
Civîna şandeya DEM Partiyê û CHPyê derengtir ji dema dihat çaverêkirin çêbû.
CHPyê dereng biryara pêşwazîkirina şandeya DEM Partiyê da.
Serokê CHPyê Ozgur Ozel di civîna koma partiya xwe de piştgiriya xwe ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan ragihand.
“Li pişt deriyên girtî danûstandinan dikin”
Ozgur Ozel got:
“Yên ku heta doh digot bila DEM Partî were girtin, yên ku heta niha ne digot û niha jî nabêjin pirsgirêka Kurdan! Dema diaxivin înkar dikin! Niha li pişt deriyên girtî danûstandinan dikin.”
Serokê Frakisyona AK Partiyê Abdullah Guler ragihand ku civîna wan a bi DEM Partiyê re erênî bûye û got, ya ku niha kar li ser tê kirin ji “pêvajoya çareseriyê” ya berê cuda ye.
CHP dibêje, ev nêzîkbûna AK Partî û MHPyê ya ji DEM Partiyê re, ji bo berhevkirina dengên pêwîst e da ku careke din Recep Tayyip Erdogan bikin serokkomar.
Serokê Koma AK Partiyê Abdullah Guler wiha bersiva vê yekê da:
"Ti pêwendiyê wê bi vê yekê re tune û ew nêrîn jî ne rast e.
Helwesta mixalefetê ecêb e, di mijarên gelekî girîng ên têkildarî paşeroja welatê me de, ew tên bi zorê bi tiştên din ve girê didin. Ez wê yekê rast nabînim."
DEM Partî berdewam amadeyiya xwe ya ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan dubare dike.
“Em ji bo aştiyê amade ne”
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogullariyê jî got:
"Ji bo avakirina aştiyê, em wekî aktorên vê pêvajoyê amade ne ku hemû erk û berpirsyariyên li ser milê xwe bi cih bînin."
Şandeya DEM Partiyê roja sêşemê hevdîtinên xwe yên bi partiyan re qedand û biryar e serdana Îmraliyê bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse