Dema serdana şandeya Îmraliyê ya Demîrtaş diyar bû

15 demjimêr berê
Nîşan Şandeya DEM Partiyê Selahattîn Demîrtaş Fîgen Yuksekdag
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dawiya vê hefteyê dê li girtîgeha Edîrneyê hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş ziyaret bike.

Heman şandeyê dê li girtîgeha Kocaeliyê biçe serdana hevseroka berê ya HDPyê Fîgen Yuksekdagê jî.

Şandeya DEM Partiyê ku ji Sirri Sureyya Onder, Pervîn Buldan û Ahmet Turk pêk tê çend roj piştî hevdtîna bi rêberê girtî yê PKKyê Abdullah Ocalan re dest bi serdana aliyên siyasî kiriye.

Serdana şandeya DEM Partiyê ya ji hevserokên berê yên HDPyê Selhattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî ev  çend rojîn di rojevê de ye.

DEM Partiyê ragihand ku şandeya wan dê dawiya vê hefteyê biçe serdana Demîrtaş û Yuksekdagê.

Li gor zanyariyan, şandeya DEM Partiyê dê roja 11ê Kanûna Paşîna 2025an destpêkê li girtîgeha Edîrneyê Demîrtaş ziyaret bike û piştre jî 12ê Kanûna Paşîn li girtîgeha Kandira ya Kocaeliyê biçe serdana Fîgen Yuksedagê.

Tê pêşbînîkirin ku piştî hevdîtîna bi girtiyên siyasî re şandeya DEM Partiyê daxuyaniyeke berfireh bide çapmeniyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst