Ji bavê xwe aciz bû agir berda malê: Di şewatê de xwişka wî mir

08-01-2024
RÛDAW
Nîşan Manîsa Şewat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Manîsayê ya Tirkiyeyê, zarokekî 16 salî ji bavê xwe aciz bû, agir berda malê.

Li gorî agahiyan, li Manîsayê agir bi avahiya malbateke Efxanîstanî ket.

Di encama şewatê de yek jê zarok, 3 kes birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê her sê birîndaran rakirin nexweşxaneya dewletê ya Manîsayê.

Piştî wê zaroka ku ji sedî 99ê laşê wê şewitiye sewqî nexweşxaneya Îzmîrê hat kirin.

Tevî hemû midexaleyan zaroka biçûk li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Fermandariya Cendirmeyan a Parêzgeha Manîsayê, derbarê bûyerê lêpirsîn da destpêkirin.

Di çarçoveya lêpirsînê de bav Dadallah Erab (35), dê Fetamef Erab (31) û kurê wan Reza Erab (16) hatin desteserkirin.

Reza Erab di îfadeya xwe de li xwe mikûr hat û got ku ew ji bavê xwe aciz bûye û bi benzînê agir berdaye malê.

Reza Erab hat girtin û hêzên ewlehiyê ew bir Girtîgeha Zarok û Ciwanan a Îzmîrê.

Herwiha derbarê dê û bavê wî de bi tohmeta ku delîlan nixûmandine û rastiyê negotine lêpirsîn hat destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst