Lêkolîna MAK: Eger berbijêrê HDPê hebe dê hemû analîzên siyasî serûbin bibin

Hewlêr (Rûdaw) - Xwediyê Kompanya Lêkolînê ya MAKê Mehmet Ali Kulat piştî daxuyaniya HDPê ku got ew dê bi berbijêrê xwe beşdarî hilbijartinên serokkomariyê bibin, diyar kir ku eger tiştekî wiha bibe dê hemû analîzên siyasî serûbin bibin.

Daxuyaniya Hevseroka HDPê Pervin Buldan ku gotibû ew dê wek partî bi berbijêrê xwe beşdarî hilbijartinên serokkomariya Tirkiyê bibin bû sedema karvedanan.

Xwediyê Kompanya Lêkolînê ya MAKê Mehmet Ali Kulat li ser hesabê xwe yê Twîtterê derbarê mijarê de peyamek belav kir û got: “Derxistina berbijêrê serokkomariyê yê HDPê dê hemû analîzên siyasî ku heta îro hatine kirin serûbin bike. Girêdayî cidîyeta berbijêr jî dibe ku hilbijartin bo gera 2emîn bimîne. Berbijêrekî ciddî ji bo maseya 6 partî metirsî ye lê ji bo Hevpeymaniya Cumhur qezenceke.”

Hevseroka HDPê Pervin Buldan roja Şemiyê 7ê Çileya 2023an di kongreya rêxistina parêzgeha Qersê ya partiya xwe de axivî û ragihand ku ew dê wek partî bi berbijêrê xwe beşdarî hilbijartinên serokkomariyê bibin û di demeke nêzîk de ew dê berbijêrê xwe eşkere bikin.