Alî Babacan: Pirsgirêka herî mezin a Tirkiyê desthilat e

08-01-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê  Alî Babacan ragihand, pirsgirêka herî mezin a Tirkiyê desthilat e û got: “Em dê bi kadroyên xwe Tirkiyê ji vê rêveberiya xirab û desthilatê rizgar bikin.”

Serokê Partiya DEVAyê Alî Babacan îro 8ê Çileya 2021ê di yekem kongreya asayî ya partiya xwe ya navçeya Beşiktaş ya Stenbolê de, derbarê pêşhatên dawî yên li Tirkiyê û aboriya wî welatî de axivî.

Babacan di axaftina xwe de li ser rewşa xirab a aboriya Tirkiyê rexne li desthilata Tirkiyê girtin û got: “Wek karkerên demsalî bi guhertina Serokên Banka Navendî hûn seqamgîriyê pêk naynin. Hûn bi cêribandinên derveyî zanistê yên di aboriyê aramî û seqamgîriyê de pêk naynin.”

Alî Babacan diyar kir ku di encama polîtikayên hikûmetê de Tirkiye rûbirûyî bê aramî û bê baweriyê bûye û got: “Eger li welatekê hûn rêzê li biryarên Dadegha Destûra bingehîn negirin û bibêjin em wan cîbicî nakin,  li wî welatî ewlehî, aramî û seqamgirî pêk nayê. Eger hûn yasayan binpê bikin û tune bihesibînin, hûn nikarin ewlehî û aramiyê pêk bînin.”

Serokê DEVAyê bal kişand li ser Peymana Stenbolê ya taybet bi parastina mafên jinan ku Tirkiye jê vekişiyabû û got: “Eger hûn di şevekê de ji Peymana Stenbolê ku we bixwe îmzekiriye vekişin û biryarên Dageha Mafê Mirovan cîbicî nekin, li vî welatî bawerî jî nabe û aramî jî nabe.”

Di berdawamiya axaftina xwe Alî Babacan deshilata Tirkiyê wek pirsgirêka sereke ya wî welatî bi nav kir û got: “Em dê bi kadroyên xwe Tirkiyê ji vê rêveberiya xirab û desthilatê rizgar bikin.”

Babacan dibêje: “Hevalên birêz em niha rûbrûyî desthilateke wisa ne ku bi hemû hêza xwe welat ber bi kendal ve kaş dike. Êdî rojeveke desthilata niha nîne ku pirsgirêkên vî welatî çareser bike û aramî û bextewariya gel zêde  bike. Dev ji çareserkirina pirsgirêkan berdin, desthilata niha bixwe bûye pirsgirêk. Pirsgirêkên herî mezin ên vî welatî rêz dikin ne wisa? Ji welatiyan dipirsin pirsgirêka herî mezin çi ye? Bêkarî, bihabûn, pirsgirêka koçberan, hiqûq dadwerî û azadî... Ev rast in, lê van hemûyan kom bikin, niha pirsgirêka yekem û herî mezin a Tirkiyê. Yên ku niha welat birêvedibin û desthilat e. Di rêza yekem de ew hene.”

Li Tirkiyê piştî daketina nirxê lîreyê Tirkî li beramber dolar û diravên biyanî, nirxê kelûpel û pêdiviyên sereke yên jiyanê di nav Tirkiyê de zêde dibin. Bi destpêka sala 2022ê ji gaza xwezayî heta elektirîkê, ji petrolê heta bacê hikûmeta Tirkiyê di gelek waran de nirx bihakirin. Ev yek jî bandoreke xirab li ser welatiyan dike.

Bi awayekî li gor amarên saziyên ser bi hikûmetê ve  li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê rêjeya enfilasyonê ji sedî 36ê derbas bûye û rewşa aborî têkçûye. Hikûmet berdewam li ser vê rewşê rexneyan li desthilatê digire û daxwaza hilbijartina pêşwext dike, lê di serî de Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan û hevpeymanê wî Devlet Bahçelî pêdagir in li ser wê yekê ku hilbijartin di dema xwe ya sala 2023ê de bê kirin.   

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst