Li 25 bajaran operasyona li dijî Cemaeta Gulan

08-01-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Ewlekariya Tirkiyê di çarçovaya operasyoneke li dijî Cimeta Gulen de li 25 bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 57 kes desteser kirin.

Di çarçoveya lêkolîneke li dijî endam û alîgirên Cimeata Gulen ên li nava Artêşa Tirkiyê de Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê biryara desteserkirina 73 kesan da.

Hêzên Ewlekariya Tirkiyê di çarçoveya wê lêkolînê de navenda wê li Stenbolê li 25 bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di demjimêrên dereng yên şeva 7ê Çileya 2022ê de operasyoneke hemewext pêk anîn.

Li gor zanyariyan di encama wan operasyonan de bi tevahî 57 kes hatine destserkirin.

Hat ragihandin kesên destserkirî ji ber karûbarên yasayî bo navendên ewlekariyan hatine birin û ji bo destserkirina kesên mayî jî hêzên ewlekariyê dest bi karûxebatan berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst