Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Beylîkduzuyê ya parêzgeha Stenbolê yê Tirkiyeyê ji ber gaza xwezayî di avahiyekê te teqîn çêbû, 6 kes birîndar bûne û kesek winda ye.
Bûyer vê sibehê di qata yekem a avahiyeke 14 qatî ya li taxa Adnan Kahveciyê ya navçeya Beylîkduzuyê ya Stenbolê çêbû.
Li gorî zanyariyan di avahiyê de saet 08:00an teqîneke bihêz çêbû ku tê texmînkirin ji ber gaza xwezayî bûye.
Piştî teqînê hejmareke zêde ya tîmên tenduristiyê, parastina sivîlan û polîs çûn cihê bûyerê.
Li gorî zanyariyên destpêkê di teqînê de 6 kes birîndar bûne û tîm hewl didin kesekî ku di avahiyê de maye bibînin û rizgar bikin.
Hat ragihandin ku kuçikên lêgerînê jî di xebatên lêgerînê de beşdar in û hêzên ewlehiyê li derdora avahiyê tedbîrên ewlehiyê standine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse