Di mehekê de herî kêm 164 karker li ser kar mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di nava meha Çiriya Paşîn de 164 karkeran li ser kar mirine.

Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ISIG) rapora xwe ya meha Çiriya Paşîn a li ser mirina karkeran ragihand.

Di raporê de hat diyarkirin ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 11 mehan de hejmara mirina karkeran gihîştiye hezar û 708an ku tenê meha Çiriya Paşîn 164 karker li ser kar mirine.

Her wiha hat gotin ku di vê mehê de herî zêde di sektorên avahîsazî, veguhastin û çandiniyê de mirinên li ser kar çêbûne.

Di sektora pîşesaziyê de 76 karker, di sektora çêkirina avahî û rê û piran de 42 karker, di sektora çandiniyê de 20 karker û di sektora xizmetê de jî 26 karker mirine.

Di vê mehê de 4 ji Sûriye, 1 ji Îraqê, 1 ji Qirxizistanê, 1 ji Misirê, 1 ji Rûsya û 1 jî ji Turkmenistanê giştî 9 koçberên biyanî li ser kar mirine.

Li gorî rapora ISIGê di nava 11 mehan de ji hezar û 708 karker mirine ku 68 ji wan zarok in.