Standa Amedê li pêşangeha Îzmîrê hat vekirin

Hewlêr (Rûdaw) – Amedê îsal di 17emîn Pêşangeh û Kongreya Turîzmê ya Travel Turkey Îzmîrê de cihê xwe girt.

Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO), Borseya Bazirganî ya Amedê (DTB) û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li pêşangehê stand vekir.

Pêşangeh di navbera 7 – 10ê vê mehê de bi rê ve diçe û trendên geştyarî yên cîhanê dihewîne.

Gelek mêvanên ku ji derveyî Tirkiyeyê çûne beşdarî pêşangehê dibin.

Li standa Amedê, ji bo mêvanan qedayifa badayî, penîrê kezî, behîvên xwezayî, bastîq, hêjîrên hişkkirî, çorek, dendikên bi xweliyê hatine kelandin têne pêşkêşkirin.

Soyar: Amed, Îzmîra rojhilat e

Serokê Şaredariya bajarê Mezin ê Îzmîrê Tunç Soyer ji Rûdawê re axivî.

Soyar diyar kir ku di navbera Amed û Îzmîrê de pirek heye û got, “Îzmîr, Ameda Rojavayê ye. Amed, Îzmîra Rojhilat e.”

“Li Amedê geştyarî çavkaniyeke girîng a debarê ye”

Serokê DTSOyê Mehmet Kaya jî got:

“Em wekî ode, borsa û saziyên sivîl ji Amedê beşdarî pêşangehê dibin. Li bajarê me geştyarî çavkaniyeke girîng a debarê ye.

Amed, xwedî dîrokeke 12 hezar û 500 salî ye û ji 33 şaristaniyetan re mazûvanî kiriye.

Ji îro pê ve em dê wekî STKyên Amedê beşdarî pêşangehên bi vî rengî bibin û bajarê xwe bidin nasîn. Em dê gastronomî, dîrok, çand û muzîka bajarê xwe bidin nasîn.”

“Danasîn Amedê qonaxeke girîng pêk tîne”

Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Abdullah Çîftçî jî ji Rûdawê re axivî û got:

“Amed yek ji girîngtirîn parêzgehên Tirkiyeyê ye. Bi dîroka xwe ya 12 hezar û 500 salî, navendek e ku şaristaniyên herî girîng ên Anatolyayê lê hatine avakirin.

Amed, par mazûvaniya 1 milyon û 70 hezar geştyaran kir. Em hewl didin ku îsal vê hejmarê derbas bikin.

Em dixwazin gav bi gav vê hejmarê bikin 2 qat û paşê jî bigihînin 5 milyonî. Pêşangehên bi vî rengî di warê nasandina Amedê de xwedî roleke girîng in.”

Li aliyê din stranên ku hûnermendên Ma Musicê pêşkeşkirin, gelek hatin ecibandin.

Welatiyekî ji Rûdawê re got ku dema ew kete nava pêşangehê, dengê muzîka Kurdî çûue guhê wî û wî jî yekser berê xwe daye wê standê.