Operasyona çekên bêruxset: Hezar û 264 kes hatin desteserkirin

07-12-2023
RÛDAW
Nîşan Çekên Bêruxset
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di oparasyoneke hevdem a li dijî çekên bêruxset de li 73 parêzgehan polîsan dest danî ser hezar û 38 çekên bê ruxset û hezar û 264 kes jî hatin desteserkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Ali Yerlikaya li ser hesabê xwe yê tora civakî ragihand ku hêzên wan di operasyona bi navê “Mercek-7” a li dijî hilgirtina çekên bêruxset û qaçaxçîtiya çekan de, li 73 parêzgehan dest daniye ser hezar û 38 çekan ku ji wê hêjmarê  928 demançe û 200 jî çifte ne.

Herwiha di wê oparasyonê de hezar û 264 kes jî bi hinceta hilgirtina çekênbê ruxset û qaçaxçîtiya çekan hatin desteserkirin.

Li gorî amarên fermî, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 36 milyon çekên şexsî hene ku tenê çar milyon çek ruxset an muhleta wan heye û 32 milyon bê ruxset in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst