Cîhan Sîncar: Divê kujerên Mehmet Sîncar bên darizandin

Hewlêr (Rûdaw) - Şeşemîn Dadgeha Cezayên Giran a Amed a Bakurê Kurdistanê Duşema bê rûniştineke din a dadgehê derbarê dosyeya Parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) yê Mêrdînê Mehmet Sîncar dê were kirin ku sala 1993an di bûyereke kiryar nediyar de li bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê hat kuştin.

Cîhan Sîncar a hevjîna Mehmet Sîncar îro Çarşemê 7ê Berfanbara 2022an li Parlamentoya Tirkiyê beşdarî civîneke çapemeniyê bû ku ji aliyê Wekîla Serokê Fraksyona HDPê Meral Daniş Beştaş ve hatibû organîzekirin.

Cîhan Sîncar ku bi du kurên xwe re beşdarî civîna çapemeniyê bû got, “Nêzîkî 30 sal di ser kuştina hevjînê min Mehmet Sîncar re derbas dibin, dema bavê wan hat kuştin temenê kurên min 14 û 15 salî bûn. Niha bûne bav û neviyên min hene lê heta niha yên ew tawan kirine nehatine darizandin û cezakirin.”

Cîhan Sîncar amaje bi wê yekê da ku naxwazin dosyeya Mehmet Sîncar bê zelalkirin, lewra daxwaz ji Parlamentoya Tirkiyê kir ku berpirsyariya xwe li beramber dosyeya kuştina hevjînê wê cîbicîh bike ku parlamenterekî wê parlamentoyê bûye.

Hevjîna Mehmet Sîncar Cîhan Sîncar tevî du kurên xwe bi Wekîla Serokê Fraksyona HDPê Meral Daniş Beştaş re daxuyanî da.

Cîhan Sîncar axavtina bi Kurdî kir û got, “Ev 30 sal in Mihemed hatiye qetilkirin. Zarokên wî hîna biçûk bûn lê niha bûn bav û neviyên min çêbûn. Lê hîna jî li kujerê kalikê xwe digerin. Dibêjin yên ku kalikê me kuşt kî ne? Kî bû çi bû çima? Ew jî eybeke mezin a vê Meclisê ye ku Mihemed endamê Meclisê û Komisyona Mafên Mirovan bû. Çûbû ku xwînê rawestîne. Her roj li Batmanê 4-5-10 kes dihatin kuştin li kolanan. Ew jî li ser navê partiya xwe çûbûn ku bibêjin li xwe xwedî derkevin. Ew kesê ku kuştinan dikirin hatin ew jî kuştin.”

Cîhan Sîncar her wiha anî ziman, “Bila zanibin ku 130 sal jî derbas bibin gelê Kurd, çawa ku Şêx Seîd, Seyîd Riza ji bîr nekirine ku tirbeya wan jî tune ye lê navê wan heye, dê Mihemed jî ji bîr nekin. Ew jî wekî wan bû, mirovekî hilbijartî bû bi hezaran dengan hatibû hilbijartin. Li Enqereyê mekteb xwendibû kesekî zane û ronakbîr bû, ne ku wî bikûjin ji wan re bimîne.”

Mehmet Sîncar roja 4ê Îlona 1993an di êrîşeke çekdarî de li Êlihê hat kuştin. Bûyera kuştina Sîncar yek ji tawanên kiryar nediyar e ku li Bakurê Kurdistanê ji aliyê JITEMê ve hatine kirin. JITEM saziyeke nihênî ya dewletê bû, di salên 80 û 90an de bêyî fermanê ji Wezareta Navxwe ya Tirkiyê û Serokatiya Erkanê, desthilata wê ya operasyonan hebû û bi hezaran tawanên kuştinê li dijî sivîl, berpirsên hikûmî û hizbî, sermayedar, efserên hêzên emnî û serbazî, kesayetiyên civakî, berpirsên PKK û kesayetiyên Kurd kirine.

Di serdema desthilata AKPê de 18 gumanbar bi tawanê kiryar nediyar hatin desteserkirin lê bi hinceta belgeyên pêwîst li dijî gumanbaran nebûn, Yekemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqerê biryara bêtawanbûna wan derxist û hatin azadkirin.

21ê Gulana 2021an Fermangeha Cezayên Giran a Dadgeha Herêmî ya Tirkiyê, biryara Dadgeha Cezayên Giran a Enqerê ya derbarê bêtawanbûna wan 18 kesan de hilweşand. Di wê çarçoveyê de Wezîrê berê yê Navxwe yê Tirkiyê Mehmet Agar, Serokê Fermangeha Tîmê Operasyonên Teybet a Saziya Îstixbaratê Korkut Eren û çendîn fermandarên serbazî û kesên xwedî desthilat tên dadgeh kirin.

Biryara Dadgeha Cezayên Giran a Enqerê ya derbarê tohmertbarên dosyeya kiryar nediyar de li Tirkiyê piştî belavbûna vîdeoyan Sedat Peker hat ku serokê yek ji grûpên mafyayê ye li Tirkiyê û ji 2ê Gulana 2021an ve 9 vîdeo li Îmarat belav kirine. Di wan vîdeoyan de Sedat Peker hejmarek nehêniyên hestyar derbarê tawanên kiryar nediyar di salên 90î de li Bakurê Kurdistanê û peywendiyên navbera dewlet û mafyayê û tevlîbûna karbidestên AKPê de eşkere kirin.