Li Deryaya Egeyê 80 koçber hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Ewlekariya Peravên Tirkiyê belav kiriye ku 80 koçber li nêzîkê peravên bajarokê Çeşmeyê ser bi parêzgeha Îzmîrê ji nav deryayê hatine derxistin û bo bejayiyê hatine veguhestin.

Li gor daxuyaniya ku di malpera Fermandariya Ewlekariya Peravên Tirkiyê de hatiye belavkirin, li ser zanyariyên ku hinek koçber li bakurê Karaada hene, belema ewlekariya peravan bo wî cihî hat şandin.

Di beşeke din a daxuyaniyê de tê gotin ku di dema 48 demjimêran de tîmên wan karîne 55 koçberan li nêzîkê peravên Çeşme û 24 koçberan li nêzîkê peravên Seferihisar di nav Deryaya Egeyê desteser bikin û derxînin bejayiyê.

Hatiya ragihandin ku piştî bidawîbûna karûbarên yasayî ew 80ê koçber radestî Rêveberiya Koçê ya Parêzgehê hatine kirin. Fermandariya Ewlekariya Peravên Tirkiyê di daxuyaniyê de amaje bi nasnameya koçberan nedaye.