Başak Demirtaş: Selahattin gelekî bihêrs û xemgîn bû

07-12-2019
RÛDAW
Nîşan Başak Demirtaş Selahattin Demirtaş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mînîbûsa ku malbata Selahattin Demirtaş hilgirtibû, doh Înê dema diçû ber bi Girtîgeha Edîrneyê ve qeza kiribû û 9 merivên Demirtaş birîndar bûbûn. Başak Demirtaş piştî ku li girtîgehê serdana hevjînê xwe kir, li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsî: “Doh me Selahattin dît. Ji ber van hemû tiştên diqewimin gelekî bihêrs û xemgîn bû. Lê ligel hemû tiştekî jî slavên xwe yên tejî hêvî û bi moral şandin ji derve re.”

Hevserokê Giştî yê Berê yê HDPê Selahattin Demirtaş ku li Girtîgeha Edirneyê girtî ye, malbata wî doh dema diçûn serdana wî qeza kirin. Bûyer ku li nêzîkê Çorluyê çêbû, bavê wî Tahir (73), dayîka wî Sadiye Demirtaş (67) xwişka wî Şadiye Buluttekin (37), Bûrayên wî Mehmet û Suleyman Akkaya, zavê wan Fesih Turkmen ligel Rami Turkmen, Tahir Elçî Yalgi û Ozkan Yalgi birîndar bûbûn.

Başak Demirtaş a hevjîna Selahattin Demirtaş li ser hesabê xwe yê Twitterê ev peyam parve kir: “Me doh Selahattin dît. Ji ber van hemû tiştên diqewimin gelekî bihêrs û xemgîn bû. Lê dîsan jî slavên xwe yên tejî hêvî û bi moral şandin ji derve re.”

Başak Demirtaş di Twiteteke din jî wiha nivîsiye: "Derfetên bi hezaran malbatan nînîn ku serdana xizm û kesên xwe yên di girtîgehan de bikin, ji ber bi kîlometreyan dûr in. Bi salan e dayîk û bavên bi temen ên zarokên xwe nedîtine hene. Ji bo ev azara rê bidawî bibe, em li bendê de siyasetmedar û tevahiya raya giştî hestyar bin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst