Peyama Ocalan li ser Gever û Nelson Mandela û pêvajoyê

07-12-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi rêya şanda BDP û HDPê li ser rewşa navçeya Geverê ya Colemêrgê axivî û bang li xelkê kir ku neyên provakasyonan. Ocalan di peyama xwe de behsa wefata Nelson Mandela jî kir û wiha got: “Mandela stêrkek geş bû û gelên Afrîqayê ronî kir.” Derheqê pêvajoyê de jî Ocalan “3 pêşniyar” ji hikûmetê re pêşkêş kir.

Şanda BDP û HDPê ku ji her du cîgirên serokê fraksyona BDPê li Parlamentoya Tirkiyê Pervîn Bûldan û Îdrîs Balûken û Parlamenterê Stenbolê yê HDPê Sirri Sureya Onder pêk dihat, piştî ku îro (07.12.2013) danê sibê li Îmraliyê digel Ocalan hevdîtin pêk anîn, danê êvarê vegeriyan.

Di vegerê de, Pervîn Bûldan daxuyaniyek da û ragihand, Ocalan ji ber kuştina 2 welatiyan di bûyerên duh ên Geverê de sersaxî ji malbata wan re xwestiye û bang li gel kiriye “neyên provakasyonan”.

Ocalan derheqê pêvajoyê de jî diyar kir ku bêhêvî nebûye lê li benda destpêkirina muzakereyên girîngtir ji aliyê hikûmetê ve ye.

Rêberê PKKê bo pêşveçûna pêvajoyê 3 pêşniyar pêşkêşî hikûmeta Tiriyê kir û ragihand, yek ji wan pêşniyaran ew e ku pêvajo li ser bingehek qanûnî bimeşe, ya duyem aliyên muzakereyê bên pênasekirin û ya sêyem jî divê çavdêrek bêalî pêvajoyê bişopîne.

Abdullah Ocalan li ser wefata Nelson Mandela jî axivî û diyar kir ku Mandela stêrkek geş bû ku gelên Afrîqayê ronî kir û wiha got: “Li gel Mandela girêdaneke me  ya ji dil bi hev re hebû. Ji ber hişyarî û girêdana wî ya li hemberî gelê Kurd, di dilê me de jî li hemberî wî rêzdarî û girêdanek mezin çêbibû. Mandala stêrkek geş bû ku gelên Afrîqayê ronî kir. Emê hewl bidin bila ew stêrk rojhilata navîn jî ronî bike.”

Ocalan her wiha silavên xwe yên taybet ji malbatên mexdûr ên bûyera Roboskî re jî şand.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst