Derbarê Bakirhan dest bi lêpirsînê hat kirin

07-11-2024
RÛDAW
Nîşan Tuncer Bakirhan DEM Partî Lêpirsîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Derbarê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ji ber axaftina wî ya ku li Mêrdînê kiriye dest bi lêpirsînê hat kirin.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku derbarê Tuncer Bakirhan û Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrdînê Mehmet Mihdî Tunç dest bi lêpirsînê hatiye kirin.

Li gorî daxuyaniyê ji ber axaftina wan a 4ê Çiriya Paşîn a 2024an a li Mêrdînê derbarê Tuncer Bakirhan û Mehmet Mihdî Tunç dest bi lêpirsînê hatiye kirin.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê 4ê Çiriya Paşîn bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku wan qeyûm daniye ser şaredariyên parêzgehên Mêrdîn û Êlihê û navçeya Xelfetiyê ya Rihayê.

Hevserokê Giştî yê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan li Mêrdînê beşdarî çalakiya ji bo berteknîşandayînê bûbû û li wê derê axivîbû.

“Bila baş zanibin Seyîd Riza, Şêx Seîd û Mazlûm çi kir”

Tuncer Bakirhan gotibû:

“Bila baş zanibin ku Seyîd Riza çi kir, Şêx Seîd çi kir, Mazlûm, Denîz û Sakîneyan çi kir, gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê jî dê heman tiştî bikin.”

Piştî van gotinên roja duşemê yên Bakirhan zora neteweperestên Tirk çû û çend roj in ji ber wan gotinan ew bûye hedef.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst