STENBOL - 5 ciwan ji ber çalakiyên li dijî qeyûm hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Kuçukçekmeceyê ya Stenbolê ji ber çalakiyên nerazîbûnê yên li dijî tayînkirina qeyûman 5 kes hatin desteserkirin.

Hinek ciwan li Taxa Kanaryayê ya navçeya Kuçukçekmeceyê derengiya şevê ji bo li dijî danîna qeyûman nerazîbûnên xwe nîşan bidin derketin kolanan.

Ciwanan sê konteynerên gilêşê şewitandin û sloganên li dijî danîna qeyûman bilind kirin.

Polîsan midaxeleyî çalakiya ciwanan kir û 5 ciwan hatin desteserkirin.

Agir ji aliyê tîmên parastina sivîlan ve hat vemirandin.

Hêzên ewlehiyê ciwanên hatine desteserkirin birin Navenda Ewlehiyê ya Stenbolê.