Darizandina Sirrî Sureyya Onder hat rawestandin

Hewlêr (Rûdaw) - Darizandina Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) Sirrî Sureyya Onder ku bi hinceta “propagandeya rêxistinê” derbarê wî de doz hatibû vekirin hat rawestandin.

Derbarê Parlamenterê HEDEPê û Wekîlê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Sirrî Sureyya Onder bi hinceta  “propagandeya rêxistinê” li 8emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê doz hatibû vekirin û ev demeke ji wê dozê dihat darizandin.

Sirri Sûreyya Onder di hilbijartinên Gulanê de wek parlementerê YSPyê hat hilbijartin û careke din mafê parêzbendiya Parlamenteriyê bi dest xist.

Parêzerê wî Serdar Çelebî di rûniştina pêştir a dozê de diyar kiribû  ku muwekilê wî parêzbendiya parlamenteriyê heye û  ji dadgehê daxwaz kir ku di çarçoveya maddeya 83emîn a destûrê de darizandina wî bê rawestandin.

Dadgehê di wê rûniştinê de ji Desteya Hilbijartinê ya Bajar belgeyên parlamanteriyê yên Onder xwestibû.

Ew belge gihiştin ber destê dadgehê.

Parêzerê Onder, di rûniştina îro ya dozê de daxwaza rawestandina darizandina wî careke din dûbare kir.

Dadgehê piştî vê daxwazê biryar da ku darizandina Onder bê rawestandin.