715 kes bi tohmeta hilgirtina çekên bêruxset hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 715 kes bi tohmeta hilgitina çekên bêruxset hatin desteserkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir.

Yerlîkaya ragihand ku hêzên ser bi Wezareta Navxwe bi hevahengiya li gel hêzên cendirme, asayîşa giştî, polîs û dijî terorê, li 66 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê oparasyoneke berfireh dijî kesên çekên bêruxset hildigrin kirine.

Herwiha Yerlîkaya da zanîn ku di oparasyonan de 715 gumanbar bi tohmeta hilgitin û firotina çekên bêruxset hatine desteserkirin.

Li aliyê di wan oparasyonan de dest danîne ser 561 demançe, 10 kalaşnîkof û 54 çifteyan.

Li gorî amarên fermî, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 36 milyon çekên şexsî hene, tenê çar milyon çek ruxseta wan heye û 32 milyon bêruxset in.