Serokwezîrê Swêdê 2 rojan li Enqerê dibe: Rojev NATO û YPG ye

07-11-2022
Xalid Cemîl Mihemed
Serokwezîrê Swêd 7-8 mijdarê serdana Enqere dike
Serokwezîrê Swêd 7-8 mijdarê serdana Enqere dike
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro Serokwezîrê Swedê Ulf Kristersson Enqerê û ew dê du rojan li Tirkiyê bimîne. Mijara endametiya Swêdê di NATO de û mercên Tirkiyê tên gotûbêjkirin.

Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson, îro Duşemê 7ê Mijdara 2022yan li ser vexwendina Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdana Tirkiyê dike û ê Mijdarê roja Sêşemê di hevdîtinên fermi de li Enqerê dê peywendiyên Tirkiyê û Swêdê bi berfirehî bên gotûbêjkirin.

Biryar e di hevdîtînê de, dê rêkeftina sêalî ya derbarê endamtiya NATOyê de, peywendiyên Tirkiyê û Yekitiya Ewropayê û mijarên herêmî û cîhanî bên gotûbêjkirin.

Tirkiyê ji bo endamtiya NATOyê merc danîbûn pêşiya Finlanda û Swêdê û gotibû, ji bo ku ew bibin endamê NATO pêwîst e alîkariya xwe ji ser YPG û PYD qut bikin.

Daxuyaniya Wezîrê Derve yê Swêdê bûye sedema nerazîbûnê

Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billstrom, di çarçoveya başkirina pêwendiyên ligel Tirkiyê de gotibû, ew nêzîkî YPGê û PYDê nabin. Vê yekê jî berprisên Rêveberiya Xweser dilgiran kiriye.

Daxuyaniya dawî ya Tobias Billstrom, ji aliyê Rêveberiya Xweser û beşekî ji siyasetmedaran cihê nerazîbûnê ye.

Ew daxuyanî diyar dike ku, Swêd dê pêwendiyên xwe ligel Tirkiyê baştir bikin, ew jî bi mebesta ku Tirkiye li pêş endambûna Swêdê di Hevpeymaniya NATOyê de, nebe rêgir.

Derbarê vê pêşhateyê, siyasetmedar û lêkoler Dr. Seideddîn Mella ku, li welatê Swêdê dijî, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re, nerîna xwe ragihand.

Siyasetmedar Seidedîn Mella got: “Berî niha jî partiya Tobias Billstrom ku partiyeke rastgir e rexne li hikûmeta sosyal demokratan digirt ku nêzîk Kurdan e, û peywendiyên xwe ji bo Kurdan bi Tirkiyê re xirab dikin. Herwiha dixwestin ku di zutirîn demê de Swêd bibe endamê NATOyê.”

Di heman çarçoveyê de, Desteya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, ew berjewendiyên Swêdê li ber çavan digirin, lê divê parastina berjewendiyên wê, ne li ser hesabê wan gelan be ku, şerê terorê kiribin.

“Divê başkirina peywendiyan li ser hesabê Kurdan be”

Seidedîn Mella herwiha got: “Kes ne li dijî başkirina peywendiyên di navbera Tirkiyê û Swêdê de ye, lê divê ne li ser hesabên Kurdan be. Kurd jî aliyê dijî terorê bûye û Kurdan gelek qurbanî dane. Em hêvî dikin ku eger Swêd peywendiyên xwe bi Tirkan re baş bike jî, ne li ser Kurdan be.”

Desteya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser, di daxuyaniya xwe de, roja Yekşemê, 06ê vê meha Mijdarê, ragihand ku, nêzîkbûna wiha bi vî awayî ya Swêdê ji Tirkiyê, dê bibe sedem ku, Swêd bibe hevbeşa Tirkiyê li dijî Rêveberiya Xweser û gelên navçeyê û piştevana terorê.

Bi vê pêşhateyên jî, weke ku heman daxuyanî nîşanê pê dide, eger ev yek pêk bê, êdî ji bo hikûmeta Swêdê, gel û dîroka wê, dê ne şayisteye be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst