Elewî sibe li ber Parlamentoya Tirkiyê kom dibin

07-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sazî, komele û rêxistinên Elewiyan ku pêşniyarnameya xercî û nûjenkirina Cemxaneyan bi budceya Wezareta Çandê ya Tirkiyê ve girê dide lawaz dibînin û daxwaz dikin Cemxane bi fermî wek perestgeh bên naskirin, dê sibe 8ê Mijdarê demjimêr 10:00 li ber Parlamentoya Tirkiyê çalakiyekê bikin.

Pêşniyarnameya yasayê ya ku daxwaz dike mûçeyê Pîrên Elewiyan, xercî û avakirina Cemxaneyan girêdayî Wezareta Çandê be, heftiya borî li Komisyona Budceyê ya Parlamentoya Tirkiyê hat qebûlkirin. Dê vê hefteyê li Parlamentoya Tirkiyê dengdan li ser bê kirin û egereke mezin heye wek yasa bê qebûlkirin.

Li ser bingeha vê pêşniyarnameyê bo avakirin û nûjenkirina Cemxaneyan jî dê destûr ji parêzgariyan bê wergirtin û şaredariyên bajaran jî piştgiriyê bidin wan. Herwiha dê xerciya elektirîka wan jî li ser Wezareta Çandê be.

Lê sazî, komele û rêxistinên Elewiyan ji vê pêşniyarnameyê nerazî ne û daxwaz dikin sererastkirin tê de bên kirin û daxwaz dikin Cemxane wek perestgeh û cihên îbatedê werin dîtin û di çarçoveya biryarên Dadgeha Mafên Mirov a Ewrpoyê de dersên olî yên neçarî yan bên rakirin an hilbijartî bin.

Elewî sibe 8ê Mijdarê dê bi pêşengiya 7 saziyên mezin ên Elewiyan li pêş Parlamentoya Tirkiyê kom bibin û yasayê protesto bikin. Çalakî dê bi pêşengiya Komeleya Çandê ya Pir Sultan Abdal, Konfederasyona Yekitiya Elewiyan a Ewropayê, Federasyona Elewî Bektaşî, Federasyona Komeleyên Elewî, Federasyona Weqfên Elewî, Weqfa Çandê ya Anadolu ya Haci Bektaş Veli û Komeleya Çandê ya Elewî bê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst