Serokê sendîkayeke nan: Bihayê nan li Stenbolê %50 zêde dibe

07-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Sendîkaya Hilberîner û Xwedankarên Nan, Cîhan Kolîvar diyar kir ku heta meha Kanûnê bihayê nan li Stenbolê dê ji sedî 50 zêde bibe.

Cîhan Kolîvar diyar kir, ji ber zêdebûna bihayê elektrîk, gaz û hêwinê nan, ew dê meha Kanûnê bihayê nan li Stenbolê ku niha bi 5 TL tê firotin, bo 7,5 TL zêde bikin.

Kolîvar ku ji televîzyona Fox TV ya Tirkiyê re axiviye, herwiha daye xuyakirin ku eger hikûmet bihayê elektrîk, gaz û hêwinê nan li ser wan kêm bike, ew dê bihayê nan giran nekin.

Di demên dawî de, bihayê hêwinê nan li Tirkiyê ji sedî 40 zêde bûye. Herwiha ew bû çendîn car ku nirxê elektrîk û gazê jî li Tirkiyê tê zêdekirin ku wê yekê bandor li ser nirxê hemû tiştan kiriye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst