Umit Dede: Ne tenê AKP dewlet jî di nav proseya çareseriyê de bû

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Komîsyana Hiqûqê û Mafê Mirovan a HDPê Umit Dede ragihand ku di dianameya doza girtina HDPê de çalakî û xebatên partiya wan ên di proseya çareseriyê de jî cih digirin û got: “Ne pêkan e ku hewlên bo aşitiyê bibin mijara darizandinê. Wê demê derbarê proseya çareseriyê di çarçoveya yasaya bi hejmara 6551ê de biryarek hebû ku nabe bi ti awayî xebatên ku wê demê hatine kirin bibin mijara darizandinê."

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) roja Înê 5ê Mijdara 2021an  parastina xwe ya doza girtinê pêşkêşî Dadegeha Destûra Bingehîn kir. Alîkarê Hevserokê HDPê û Hevserokê Komîsyona Hiqûqê û Mafên Mirov yê wê partiyê Umid Dede, di daxuyaniyekê de têkildarî proseya doza girtinê û îdianemaya ku ji aliyê Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekir Şahin ve bo girtina wê partiyê hatiye amadekirin axivî.

Dede amaje bi wê yekê da ku di îdianameya doza girtina HDPê de çalakî û xebatên partiya wan ên di proseya çareseriyê de jî cih digirin û got: “Ne pêkan e ku hewlên ji bo aşitiyê bibin mijara darizandinê. Wê demê derbarê proseya çareseriyê di çarçoveya yasaya bi hejmara 6551ê de biryarek hebû ku nabe bi ti awayî xebatên wê demê hatine kirin bibin mijara darizandinê.”

Umit Dede da zanîn ku ne tenê karbidestên AKPê û HDPê herwiha gelek karbidest û nûnerên dewletê jî di nav wê proseyê de hebûn û got: “Serokê Saziya Îstixbaratê (MiT) jî wê demê di nav wê proseyê de bû û dewletê bi hemû saziyên xwe ve ew prose birêvebir. Ne tenê aliyên siyasî dewlet jî aliyekê vê proseyê bû.”

HDPê 5ê Mijdara 2021an parastina xwe radestî Dadgeha Destûra bingehîn kir. Piştî temambûna parastina devkî û nivîskî dê raportorên Dadgeha Destûrê dê rapora xwe amade bikin û pêşkêşî 15 endamên Dadgeha Destûrê bikin. Piştî wê jî dê rojek bê destnîşankirin û 15 endamên Dadgeha Destûrê ji bo doza HDPê bicivin û biryarê bidin. Tê çaverêkirin ku pêvajoya biryarê heta meha Gulan-Hezîrana 2022ê temam bibe.

HDP sêyemîn fraksiyona herî mezin e li Parlamentoya Tirkiyê û di hilbijartinên dawî yên parlamentoyê de ku sala 2018an hatin kirin, ji sedî 11.7ê dengan bidest xist û ji 600 kursiyên parlamentoyê 67 kursî birin.

Ji bo derbarê HDPê de biryara girtinê bê dayîn pêwîst e ji 15 endamên Dadgeha Destûrê 10 piştgiriya biryarê bikin û ji girtina HDPê re bêjin erê. Lê di vê gera parlamentoyê de mafê parlamenteriyê ji sê parlamenterên HDPê hatiye stendin û hinek parlamenter jî ji fraksiyonê cuda bûne. Li Parlamentoya Tirkiyê niha 57 kursiyên HDPê hene.