Rojnamevan Karakaş bi tohmeta “berpirsê medyayê yê Duran Kalkan” hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) – Rojnamevan Îbrahîm Karakaş li Edenê hat girtin. Medya Tirkiyê, îddîa kiribû Karakaş di encama operasyoneke hêzên emnî de hatiye desteserkirin.

Rojnamevan Îbrahîm Karakaş piştî karûbarên li navenda polîs, bo dadgehê hat şandin û di encama dadgehîkirinê de bi tohmeta “berpirsê medyayê yê Duran Kalkan” biryara girtinê derbarê wî de hat dayîn.

Ajansa DHAyê di nûçeya xwe de îddîa kiribû, Îbrahîm Karakaş sala 2016an hatiye Başûrê Kurdistanê, “paşê derbasî kampên PKKê bûye û li wir wek “berpirsê medyayê” yê Duran Kalkan, Endamê Komîteya Rêvebir a PKKê, kar kiriye.

Lêbelê li gor Ajansa Mezopotamyayê, Îbrahîm Karakaş xebatkarê rojnameya Yenî Yaşam bûye û ne di encama operasyonê de lê li ser vexwendinê çûye navenda polîs û li wir hatiye girtin.

Herwiha ajansa navborî diyar dike ku Karakaş sala 2016an ne çûye Herêma Kurdistanê û “di wê demê de xebatkarê rojnemaya Ozgur Gundemê bûye.”

Herwiha amaje bi tohmetên beşek ji medya Tirkiyê jî hatiye kirin û hatiye gotin, “Karakaş ji aliyê medya desthilatê ve bi îddîayên bê bingeh wek hedef hatiye nîşandan.”

Li aliyê din parêzerê wî Vedat Ozkan jî tekez kir ku Karakaş li ser daxwaza dozger çûye Edliya Edenê û li wir bi tohmeta “endamtiya rêxistinê” hatiye girtin.

Vedat Ozkan ji ajansa Mezopotamyayê re got, Karakaş  “rojnamevan û kesekî naskirî ye. Ji bo îfadedanê çûbû, dozger biryara xwe guhert û biryara desteserkirinê da. Nûçeyên ku derbarê muwekkîlê me de hatine belavkirin ne rast in.”

Ozkan got jî ew dê giliyê li ser kesên ku nûçeyên nerast derbarê Karakaş de belav kirine tomar bikin.