Kompaniyên biyanî eleqe nedan konferansa enerjî ya Tirkiyê

07-11-2019
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Li Enqere 12emîn Konferansa Nawdewletî ya Enerjiyê birêve diçe
Li Enqere 12emîn Konferansa Nawdewletî ya Enerjiyê birêve diçe
Nîşan EIF Konferansa Enerjiyê
A+ A-

Enqere (Rûdaw) -  Wezîrê Enerjiya Tirkiyê di gel gelek berpirsên din yên wezareta enerjiyê beşdarî 12emîn Konferansa Nawdewletî ya Enerjiyê (EIF) bûn. Îsal rêjeyeke kêm a kompanyayên petrol û gazê amade bûn.

Îsal li paytextê Tirkiyê bajarê Enqere ji Tirkiye û dervey Tirkiyê 139 kompanya beşdarî 12emîn Konferansa Nawdewletî ya Enerjiyê bûne.

Wezîrê Enerjiya Tirkiyê Fatih Donmez di dema beşdariya xwe ya di konferansê de li ser pirsa Rûdawê got “em dê paşî nirxandinê li ser daxuyaniyên Cîgirê Wezîrê Petrola Iraqê Feyyaz Nihme bikin” ku Feyyaz Nîma gotibû “ji bo durustkirina xetekî nû yê petrolê di navbera Tirkiye û Iraqê ligel rayedarên Tirkiyê di nav danûstandinan de ne.”

Berpirsê Ragihandina İbrahim Karahan Îbrahîm Karahan got: “Ji bo ku hemû pêkhateyên sektorê û kompanya bigehin hev û rewşa bazara enerjiyê baştir bê naskirin, konferansa enerjiyê giringiyeke mezin heye.”

Di konferasn û pêşengeha îsal de rêjeyeke kêm a kompanyayên petrol û gazê amadebûn. Piraniya kompanyayên beşdar ew bûn yên ku bi taybetî li ser enerjiya rojê û enerjiyên din ên alternatîv kar dikin pêk tên.

Rêvebirê Giştê Kompaniya AXITCê li Tirkiyê Atalay Yazgan jî got: “Em dikarin bêjin hema çi kompanyayeke biyanî jî beşdar nîne, sedema wê jî sîstema gumrikê ye, gellek astengî ji bo kompanyayan durust dibin . Em jî  kompanyayeke Almanî ne lê li Tirkiyê ofîsên me hene û em beşdarî konferansê bûn.”

Rêvebirê Kompaniya ABBê Metîn Uçar jî dibêje: “Armanca me ya sereke berhamanîna enerjiyeke dostê xwazayê ye. Em dixwazin bi sîstemên seyarên bêdeng çêbikin ku li nav bajêran deng û qelebalix nemîne.”

Derbarê enerjiyên sirûştî de Xwediyê Kompaniya SUNGENê Rifat Çelebî jî wiha axivî: “Em di warê enerjiya rojê de berhemên xwemalî her ku diçe zêdetir dibin, em enerjiya rojê weke erebeya ferarî dibînin, di destê me de ye, em her dema bixwazin dikarin zêdetir sûdê ji bistînin.”

Di konferans û pêşengehê de ji Almanya 2 û welatên weke Hollanda, Çîn, Somalî, Bangladeş û Bulgariya jî tenê bi yek kompanya amade bûn.

12emîn Konferansa Nawdewletî ya Enerjiyê duh dest pê kir û biryar e sibe roja Înê jî berdewam bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst