Elîko: PYD nikare tevlî ti civînên navdewletî bibe

Stenbol (Rûdaw) - Nûnerê Opozisyona Sûriyê li Stenbolê Fûad Elîko derbarê civîna li Soçî û beşdarbûna PYDê de ji Rûdawê re ragihand ku dê PYD nekare beşdarî ti civînên navdewletî bibe ji ber ku ne xwedan projeyeke siyasî ye.


Nûnerê kurd ê endamê Komîta Siyasî ya Hevpeymaniya Opozisyona Sûriyê Fûad Elîko ji Rûdawê re ragihand, ji ber pêgeha xwe PYD dê nekare beşdarî ti civînên navdewletî bibe û herwiha diyar kir, ku ti projeyeke wan a siyasî jî nîne.

 

Elîko got: “Eger ku PYD beşdarî civîneke wisa bibe dê opozisyona Sûriyê jî qebûl neke û beşdar nebe.”

 

Fûad Elîko diyar kir, ku ji bo ENKSê heta niha ti vexwendname nehatine û got: “Heta ku PYD bi hevkariya ENKSê razî nebe dê qet nekaribe li ti platformeke navdewletî hebe.”

 

Nûnerê Opozisyona Sûriyê li Stenbolê herwiha dibêje, PYD ji aliyê Amerîkayê ve tê bikaranîn û piştî, ku proseya şerê li dij DAIŞê bi dawî bibe, dê PYD jî têve here.

 

Elîko dibêje rêya PYDê ya karkirina bi ENKSê re jî li Qemişlo destpê dike û balê dikêşe ser fişarên li hemberî ENKS û partiyên derveyî PYDê.