Mizgeftên qerase û xalî: Nimêjker sal bi sal kêmtir dibin

1 demjimêr berê
Rawîn Stêrk
Kesên ku ji Rûdawê re axivîn / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Kesên ku ji Rûdawê re axivîn / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Tirkiye Nimêj Kêmbûn Îslam Sarbûn Stenbol Mizgeft
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – Li Tirkiyeyê gelek mizgeftên gelekî mezin hene lê dema nimêjê vala dibin û hejmara nimêjkeran sal li pey salê kêmtir dibe.

Li mizgefta herî mezin a Tirkiyeyê (Çamlica) rewş ne cuda ye ku li ser girekî raserî bajêr hatiye çêkirin û cihekî wekî şaneşîna Stenbolê ye.

Mizgefta herî mezin sala 2019an hat vekirin û bi mîmarî, mezinahî, cîh û minareyên xwe bûye kêlika geştyaran jî.

Kapasîteya wê tam 64 hezar kes e lê dema nimêjê gelek kêm kes berê xwe didin nava mizgeftê.

Li hêla din, li gorî rapirsiyeke Asalê, rêjeya wan kesên ku 5 wextan nimêj dikin daketiye ji sedî 18,8an.

“Mirov her roj ji dîn dûr dikevin”

Ehmet Tenger diyar kir ku xelk berê xwe ji dîn diguhere û wiha axivî:

“Em jî vê yekê dibînin ji ber ku mirov her roj ji dîn dûr dikevin, ma dê ji ber çi be wekî din?

Malbat jî Misilmaniyê bi avayekî baş fêrî zarokan nakin.

Tenê dibêjin bila zarok bixwînin û hew. Dibêjin bes bila herin dibistanê. Ew nêrîneke şaş e.”

Şefîka Tenka ku ji Almanyayê çûye Stenbolê da zanîn ku li Almanyayê rewş cuda ye û got:

“Ez ji Almanyayê têm, li ba me xelk zêtedir bi ol û nêrîtên xwe ve girêdayî ye.

Em bi xwe mizgeftan paqij dikin û her tiştî bi xwe dikin. Li vir nizanim lê li wir jî kêmbûn heye.”

Sultan Ahmet yek ji mizgeftên serdema Osmaniyan a navdar û dîrokî ye.

Beriya nimêjê hevş ji qerebilixiyê mişt e lê dema mela bang dide hejmara kesên ku berê xwe didin nava mizgeftê gelekî kêm e.

Ji sedî 44,5: Em qet nimêj nakin

Li gor rapirsiya ku bi 2 hezar kesan re hatiye kirin, sala çûyî rêjeya kesên ku 5 wextan nimêj dikin ji sedî 23 bû.

Her wiha rêjeya yên ku gotiye em qet nimêj nakin ji sedî 44,5 e. Ew rêje sala 2022yan ji sedî 41,8 bû.

Melek Sangorê li ser sedemên kêmbûna nimêjkeran got, “Kembûn heye û sedem şêweyê mezinkirinê ye.

Ji dê û bavan tê ew. Ola me fêr nakin, tenê vê bibêjim.”

Cemîle Tekînê anî zimên, “Ez jî di heman baweriyê de me. Belê, a niha li vir ew qas xelk heye lê ji sed kesî derbas nabe yên ku hatine nimêjê.”

Erkan Tosun berê tîrê rexneyên da medyayê û got, “Çapemenî, televîzyon û rêzefîlm bingehê civak û malbatan xira dikin.

Ji ber vê bi ya min li mizgeftan cimaet kêm dibe.”

Li gor amarên rapirsiyê, rêjeya yên ku gotiye em tenê nimêja cejnê û ya şukirkirinê dikin jî ji sedî 36,7 e.

Tevî ku tê gotin ji sedî 99ê xelkê Tirkiyeyê Misilman e û li dibistanan dersên olî ji hemû dersên din zêdetir in û zêdeyî 20 salan e jî desthilateke oldar li ser kar e, gelo sedem çi ye ku xelk ji ol û nimêjê sar dibe?

“Sarbûna zarokan a ji olê heye”

Alim Îhsan Elîaçik li ser sedemên sarbûna ji Îslamê wiha axivî:

“Di nava malbatên oldar de sarbûna zarokan a ji olê heye.

Derdorên oldar bi xwe ji dîn dûr dikevin lê bi destê desthilatê hewl tê dayîn civak oldar bibe.

Di vir de nakokî heye. Ew desthilata 22 salan a oldar li Tirkiyeyê ne di berjewendiya derdorên oldar de bû.

“Bûn xwedî meqam û milk”

Ne bipêşketin, rawestîn û bi paş ve çûn qewimî.

Eger mebest ji serkeftinê dewlemendbûn be belê dewlemend bûn. Bûn xwedî meqam û milk.

Serdestiyê bi destê rejîma takekesî bi kêfa xwe bi kar tînin. Fikrên olî, felsefe, huner têk çûn. Berovajî vê rikeberên wan bi pêş dikevin.”

Li gor amarên Diyanetê, li Tirkiyeyê 89 hezar û 817 mizgeft hene û gelek jî tên çêkirin.

Serê her 950 kesî mizgeftek dikeve lê tu herî kîjan mizgeftê rewş heman rewş e.

Li hêla din jî rêjeya ciwanên ku berê xwe didin deîzm û ateîzmê her ku diçe zêde dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst