Êrişên Îsraîlê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatin protestokirin

2 demjimêr berê
RÛDAW
 Xelkê êrişên Îsraîlê protesto kir / Wêne: AA
Xelkê êrişên Îsraîlê protesto kir / Wêne: AA
Nîşan Tirkiye Bakurê Kurdistanê Îsraîl Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Êrişên Îsraîlê yen li Xezeyê li çend bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanêhatin protestokirin.

Li Stenbol, Amed, Şirnex, Xarpêt, Çewlîg, Êlih û Sêrtê êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê hatin protestokirin.

Li navçeya Uskudarê ya Stenbolê, rêkxistinên nefermî yên bajêr li ser navê “Platforma Piştgiriya Filîstînê” civiyan û wan nerazîbûna xwe der birî.

Tirsa xelkê ew e ku şer berbelav bibe û bigihêke welatê wan jî.

“Em ditirsin ev şer bê welatê me”

Endama rêxistineke alîkariyê ya mirovî Nuran Gurcanê got:

“Ev salek e bê navber şer berdewam dike. Mixabin ev şer li welatên din jî belav bûye.

Bi rastî bêjim, em ditirsin ev şer bê welatê me jî. Bila zarok nemirin, kesên bê tawan nemirin.”

Xwepêşander Helîme Kahramanê jî got:

“Eger nerazîbûneke cîhana Îslamî, dewletên Îslamî û Misilmanan a bihêztir hebûna, me dikarî çavê dijmin bitirsînin lê bi ya min rewş xirab e.”

Xwepêşandaran daxwaza agirbestê li Xeze û Libnanê kir.

“Doza Filîstînê dîsa bû rojev”

Serokê Sendîkaya Perwerdeyê Ahmet Ors jî got:

“Tofana Eqsayê hewareke dawî, derketineke dawî û redkirina vê hîle û firotinê bû.

Doza Filîstînê ku di 15 salên borî de hatibû jibîrkirin careke din ketiye rojevê.

Ne tenê di cîhana Îslamî de li zanîngehên Amerîkayê û li cadeyên Brîtanyayê careke din bûye rojev.”

Li Amedê xelk li ber Mizgefta Hz. Suleyman a li navçeya Sûrê civiya.

Serokê Bajêr ê Amedê yê AK Partiyê Mehmet Raşît Ocak li ser navê endamên partiyê axivî û got divê ders ji rewşê bên standin ku alema Îslamê nikare li dijî wê gavên hevpar biavêje.

Raşît Ocak wiha axivî:

"Wekî Tirkiyeyê, me bi serokatiya serokkomarê xwe her tim û li her derê doza Filistînê ya mafdar parast û em dê biparêzin jî."

Li Şirnexê endam û alîgirên AK Partiyê li Qada Cumhuriyetê hatin cem hev.

Alîkarê Serokê Bajêr ê AK Partiyê Ozan Ertaş li ser navê partiyiyan daxuyanî da û diyar kir ku Îsraîl salek e sivîlan dike hedef û guh nade hiqûqa navneteweyî.

Li Xartpêtê jî xelk Qada Cumhuriyetê hat cem hev û êrişên Îsraîlê protesto kirin.

Li bajarê Çewlîgê jî xelk li Xaçerêya Turk Telekomê ya li Kolana Gencê li hev civiya.

Xelkê li hemberî êrişên Îsraîlê nerazîbûn nîşan da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst