TEKÎRDAG - Silaya 2 salî ji ber destdirêjiyê mir

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Sila Yenîçerî Tekîrdag Destdirêjî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pitika bi navê Sila Yenîçerî ya ku li Tekîrdagê tundî û destdirêjî lê hatibû kirin mir. 

Li navçeya Malkarayê ya parêzgeha Tekirdagê ya Tirkiyeyê, dayika Sila Yenîçeriyê 10ê Îlonê ew biribû nexweşxanyê û gotibû televîzyon bi ser de ketiye.

Di dema miayeneya li nexweşxaneyê de, hat dîtin ku li ser laşê zaroka 2 salî şopên derban hene û her wiha destdirêjî lê hatiye kirin.

Silaya 2 salî, 12ê Îlonê hatibû entubekirin û ji vê demê ve di beşa lênerîna awarte de dihat ragirtin.

Xaleta wê Asli Tatarê diyar kir ku êdî  Sila bersiva dermankirinê nade.

Hat zanîn ku Sila Yenîçeriyê îro canê xwe ji dest daye.

Piştî di rapora tiba edlî de tespît bû ku Sila rastî êrişê hatiye û destdirêjî lê hatiye kirin, dayika wê, zilamê ku pê re dijî, cîranê wan ê 32 salî, kurê cîranê wan ê 13 salî û kesekî din ê 14 salî hatin girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst