MÊRSÎN - Bi hinceta PKKyê 14 kes hatin desteserkirin

10 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mêrsîn PKK Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mêrsînê ya Tirkiyeyê bi hinceta "endamtî û propagandaya PKKyê" 14 kes hatin desteserkirin.

Rêvebiriya Ewlehiyê ya Mêrsînê ragihand ku "di çarçoveya rêgirîkirina xebat û çalakiyên PKK/KCKyê de li dijî kesên di nav rêxistinê de kar dikin, beşdarî civîn û meşan dibin, li ser medya civakî alîgiran kom dikin û propagandayê dikin operasyon hatiye kirin."

Di operasyonê de ku li navenda Mêrsîn û navçeya wê ya Tarsusê bi hinceta "endamtî û propagandaya PKKyê" 14 kes hatin desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê 14 kesên desteserkirî birin Rêvebiriya Ewlehiyê ya Mêrsînê.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digrin û bi hinceta PKKyê xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst