Li Deryaya Spî erdhej çêbû

Hewlêr (Rûdaw) - Li Derya Spî erdhejeke bi hêza 4,5 pileyan çêbû û kûrahiya wê nêzîkî 7 kîlometre bin erdê bûye.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku îro li Derya Spî demjimêr 08:54an erdhejek çêbûye.

AFADê da zanîn ku hêza erdhejê 4,5 pile û kûrahiya wê jî 6,91 kîlometre bûye.

Piştî erdhejên 6ê Sibata 2023yan li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê erdhejên paşekî çêdibin û pisporên erdhejê hişyariya erdhejên mezin didin.

Herî dawî doh li navçeya Ayvacikê ya Çanakkaleyê demjimêr 15:08an bi hêza 4,2 pileyan erdhejek çêbûbû û kûrahiya wê jî 24.16 kîlometre bûye.