Serokê CHPyê: Em bi def û zirneyê koçberên Sûriyeyî vegerînin

12 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Ozgur Ozel Koçberên Sûriyeyî Vegerandin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê CHPyê Ozgur Ozel got, "Esad efûya giştî ragihan, em bi def û zirnê koçberên Sûriyeyî vegerînin welatê wan"

Serokê CHPê Ozgur Ozel doh li parêzgeha Hatayê beşdarî “Hevdîtina Gel” bû.

Serokê CHPê Ozgur Ozel behsa hevdîtina ligel Serokê Sûriyeyê Beşar Esad kir û amaje bi wê yekê da ku efûya Esad ko bo vegerandina koçberan derfeteke dîrokî ye.

Ozel di axaftina xwe de behsa çûna xwe ya Sûriyeyê kir û got piştî ku wî xwestiye Erdogan jî gotiye “Ez dê biçim” lê heta niha ne bi xwe çûye û ne jî pêvajoya çûna wî asan kiriye.

Ozel diyar kir ku Erdogan bi rêya Serokê Rûsyayê Vladimir Putin guvaşê dixe ser Esad û pêvajoyê kilîd dike.

"Niha derfetek çêbûye"

Ozgur Ozel wiha axivî, "Niha derfetek çêbûye. Esad efûya giştî ragihand. Tu li benda çi yî?

Zû biçe û temînatê wergire. Selîn Xoce ligel hemû welatên Yekîtiya Ewropayê gotûbêjê dike.

Em jî diaxivin û Ewropa amade ye destê xwe bixe bin kevir, ji bo tenê çareserî çêbibe.

Soza ewlehiya wan mirovan bistîne, ji xwe efû hatiye ragihandin, em hewl bidin ew der bibe cihê jiyanê.

Bilez, bi def û zirnê êdî wan koçberan em ji welatê xwe bişînin. Rêyeke din nîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst