Rapirsî - Gelo jin li Tirkiyeyê di ewlehiyê de ne?

12 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Metropoll Kuştina Jinan Ewlehiya Jinan Tirkiye Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiya Kompanyaya MetroPOLLê, ji sedî 76,8ê xelkê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di wê baweriyê de ne ku li wî welatî jin ji ber tundûtîjiyê ne di ewlehiyê de ne.

Di van rojên dawiyê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tundûtîjiya li ser jinan zêde bûye.

Di 6 rojên destpêkê yên vê mehê de 7 jin hatine kuştin.

Piştî zêdebûna kuştina jinan Kompanya Lêkolînê ya MetroPOLLê di nava dengderên partiyên siyasî de rapirsiyek kir.

Li gorî rapirsiyê, li Tirkiyeyê ji 4 kesan 3 ji wan di wê baweriyê de ne ji ber tundûtîjiyê jin ne di nava ewlehiyê de ne.

Baweriya dengdêrên partiyan

Ji sedî 59,7ê dengderên AK Partiyê, ji sedî 94,3yê dengderên CHPyê, ji sedî 69,8ê dengderên MHPyê, ji sedî 90,6ê dengderên ÎYÎ Partiyê û ji sedî 83,7ê dengderên DEM Partiyê di wê baweriyê de ne ku jin ji ber tundûtîjiyên ku niha zêde dibin li wî welatî ne di ewlehê de ne.

Her wiha li gorî rapirsiyê, dengderên din jî ku bên hesibandin ji sedî 76,8ê xelkê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di wê baweriyê de ne ku jin niha li wî welatî ji ber tundûtîjiyan ne di ewlehiyê de ne.

Li gorî rapora Platforma Em dê Kuştina Jinan Rawestînin, di Îlona 2024an de li Tirkiyeyê 34 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin û mirina 20 ji wan jî bi guman e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst