Berdevkê HUDA PARê: Me mijara mamosteyên Kurdî bi Wezareta Perwerdê re gotûbêj kir

07-10-2023
RÛDAW
Nîşan HUDA PAR Serkan Ramanlî Zimanê Kurdî Mamosteyên Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlementerê HUDA-PARê yê Êlihê Serkan Ramanlî ragihand ku wan bi Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê re hevdîtin kir û wan daxwazên mamosteyên zimanên Kurdî gihandin wezaretê.

Parlementer, Serkan Ramanli diyar kir ku wî kêmasiyên di perwerdeya zimanê Kurdî de ji Wezareta perwerdeyê re parve kir.

Parlementer û Berdevkê HUDA-PARê Serkan Ramanli, beriya hefteyekî bi mamosteyên zimanê Kurdî re civiya bû û gotibû:

“Me li ser zêdekirina hejmara kadroyan, ji bo Mamosteyên Kurmancî û Zazakî, pêşvebirina dersên Kurdî, pêşdariya vekirina Beşa Zimanê Kurdî û Zanîngeha Batmanê axivîn.”

“Wezaretê ji bo çareserkirina pirsgirêkan bersiva erênî da”

Serkan Ramanlî ku roja çarşemê bi Wezareta Perwerdeyê re civiya, têkildarî civînê ji Rûdawê re axivî:

“Min daxwaza mamostayên Kurdî bi wezîr û wezaretê re parve kir lê ya girîng pêwîste malbat û zarok beşa zimanê Kurdî hilbijêrin da ku dewlet pêwîstî bi mamosteyan bibîne.

Mixabin malbatên me zarokên xwe bi zimanê wan mezin nakin û di perwerdeyê de jî zimanê Kurdî nahilbijêrin. Ji bo zimanê me wenda nebe divê em di nava hewildanan de bin. Lewra ziman hebûna gel e.”

Ramanlî diyar kir ku Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê bersivek erênî da û got:

“Wezaretê diyar kir ku despêkerê perwerdeya zimanê Kurdî em bi xwe bûn û gotine em dê xwedî lê derkevin.

Di mijara tayînkirina mamosteyan de jî hejmareke safî bi me re parve nekir lê di demê pêş de, li gorî derfetan dê eşkere bibe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst