Erdogan ji nû ve wekî serokê giştî yê AK Partiyê hat hilbijartin

07-10-2023
RÛDAW
Nîşan AK Partî Erdogan Tirkiye Kongreya AK Partiyêl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)  – Recep Tayyîp Erdogan di Kongreya Mezin a Derasayî ya 4emîn a AK Partiyê de ji nû ve wekî serokê giştî wê yê partiyê hat hilbijartin.

Serokkomarê Tirkiyeyê  û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan di Kongreya Mezin a Derasayî ya 4emîn a partiya xwe de temamiya 1399 dengên derbasdar wergirt û ji nû ve ji bo serokatiya giştî hat hilbijartin.

Di Kongreya Mezin a Derasayî ya 4emîn a AK Partiyê ya ku li Hêwana Werzişê ya Enqereyê hat kirin de encama hilbijartina serokatiya giştî diyar bû.

Serokê Dîwana Kongreyê Alî Îhsan Yavuz da zanîn ku li gor encamên hilbijartinê 1402 deng hatin bikaranîn, 1399 deng derbasdar in û 3 deng şewitîne.

Yavuz ragihand ku Erdogan temamiya 1399 dengan wergirt û ji nû ve ji bo Serokatiya Giştî ya AK Partiyê hat hilbijartin.

Lijneya Rêvebirî û Biryarê ya Navendî ya ku ji 75 endaman pêk tê jî bi heman dengdayînê hat tesbîtkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst