KOCAELÎ - Nexweşekî û xizmên wî êrişî 3 bijîşkan kir: ‘Em bi tundî şermezar dikin’

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Korfezê ya bajarê Kocaeliyê yê Tirkiyeyê nexweşekî û 2 xizmên wî êrişî 3 bijîşkan kir û ew birîndar kirin.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê nerazîbûn li hemberî bûyerê nîşan da û got, “Dozgeriyê biryar daye ew her sê kes bi awayekî girtî bên darizandin.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tundûtûjiya li hemberî bijîşkan bi dawî nabe.

Herî dawî roja înê li navçeya Korfezê ya Kocaliyê nexweşekî tevî 2 xizmên xwe êrişî bijîşkên navendeke tenduristiya gel kirin û 3 ji wan birîndar kirin.

Xizmekî nexweş destê xwe avêt qirika bijîşkekî û hewl da wî bixeniqîne.

Di bûyerê de destê bijîşkekî şikest û bijîşkekî din jî birîndar bû.

Bijîşkên birîndar ji aliyê hevkarên xwe ve li nexweşxaneyê hatin dermankirin.

Dîmenên êrişa li hemberî bijîşkan ji aliyê çend nexweş û kesên li nexweşxaneyê ve hatine tomarkirin.

Belavbûna dîmenan li ser tora civakî deng veda û gelek aliyan nerazîbûn nîşan dan.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca jî li ser hesabê xwe yê tora civakî li ser bûyerê peyamek belav kir û nerazîbûn nîşan da.

“Em bi tundî şermezar dikin”

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca anî ziman:

“Wan li 3 bijîşkên me dan û hatine derbkirin. Em bûyerê û şexsên ku ev yek kirine bi tundî şermezar dikin. Dozgeriyê biryar daye ev her sê kes bi awayekî girtî bên darizandin.

2 kes hatine desteserkirin û kesek reviyaye. Bi tundî şermezarkirina van kesan li pêş civakê dibe ku ji bo wan bê wate be lê bi zimanê ku ew fam bikin dê bersiva yasayî bê dayîn.”

Ev demek e li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê êrişên dijî bijîşk û karmendên tenduristiyê zêde bûne.

Bijîşk û karmendên tenduristiyê dixwazin Hikûmeta Tirkiyeyê yasayeke taybet li ser rûbirûbûna tundûtûjiya li hemberî bijîşkan derbixe.

Heta niha hikûmetê ti gavên berbiçav di vê mijarê de neavêtine.