Derbarê Parlamenterê YSPyê de ji ber axavtinên li ser operasyonan lêpirsîn hat destpêkirin

07-10-2023
RÛDAW
Nîşan Sezaî Temellî Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Derbarê Parlamenterê YSPyê Sezaî Temelî de ji ber çend  gotinên wî yên li ser operasyonên vê dawiyê yên artêşa Tirkiyê yên li dijî Rojavayê Kurdistan lêpirsîn hat destpêkirin.

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk (YSP) yê Mûşê Sezaî Temelî roja Pêncşemê di bernameyeke televîzyonî de derbarê êriş û operasyonên vê dawiyê yên artêşa Tirkiyeyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê de axivî.

Temelî got: “Ez dixwazim van êrişan şermezar bikim.

Ji ber ku ev êrişên dibin sedema mirina sivîlan, bi zelalî û bi îtîrafa Wezîrê Karên Derve hat piştrastkirin.”

Piştî van gotinan Serdozgeriya Komarê ya Enqerê 6ê Çiriya Pêşîn ragihand ku ji ber daxuyaniyên Sezaî Temellî yên derbarê operasyonên Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê de lêpirsîn derbarê wî de hatiye destpêkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Enqerê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Daxuyaniya ku 5ê Cotmeha 2023yan Parlamenterê gera 28emîn Sezaî Temellî derbarê operasyonên Hêzên Çekdar ên Tirkiyê de daye çapemeniyê, di çarçoveya xala 301emîn a Yasaya Cezayê ya Tirk a hejmar 5237 wekî tawan hatiye nirxandin.

Ji ber wê jî derbarê parlamenterê navborî de ji aliyê Serdozgeriya me ya Komarê ve lêpirsîn hatiye destpêkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst