'Em ji bo Elewî-Bektaşiyan saziyeke ku dê hemû cemxaneyan birêve bibe ava dikin'

Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ragihand ku dê di bin banê Wezareta Çand û Geştyariyê de saziyeke bi navê "Serokatiya Çanda Elewî-Bektaşî û Cemxaneyan" bê avakirin, her wiha destnîşan kir ku hemû cemxane dê ji aliyê serokatiya navborî ve bên birêvebirin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan îro Înê 7ê Cotmeha 2022an di "Merasîma Bingeha Cemxaneyan û Vekirina Komî" ya ku li Dergaha Şahkulu Sultan a Stenbolê hat lidarxistin de axivî.

Erdogan ragihand ku dê di bin banê Wezareta Çand û Geştyariyê de "Serokatiya Çand û Cemxaneyan" bê avakirin.

Erdogan diyar kir ku serokatiya navborî dê rêveberiya hemû cemxaneyan bike û got, “Hemû pirsgirêkên têkildarî lêçûnên ronîkirin, av û ava vexwarinê, lêçûnên avakirin, temîrkirina cemxaneyan dê bên çareserkirin.”

Erdogan anî ziman, “Em saziyeke ku dê pirsgirêkên cihên ku welatiyên Elewî û Bektaşî tên cem hev bişopîne û pêk bîne ava dikin.”

Erdogan diyar kir ku ji bo cemxaneyên ku îbadetxane ne dê di bin banê Wezareta Çand û Geştyariyê de 'serokatiyek' bê avakirin û got, “Dê Serokatiya Çanda Elewî-Bektaşî û Cemxaneyan hemû cemxaneyan bi rê ve bibe.”