Li bajarekî Tirkiyê 31 kes ji xwarinê bi jehrî ketin

07-10-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Kastamonuyê ya Tirkiyê, 31 kesên li dawetekê xwarin xwarin bi jehrî ketin.

Li gundê Doganoren ê ser bi parêzgeha Kastamonuyê ve di daweta Mehmet Akguney de ji bo mêvanan birinc û mirîşk hat amadekirin. Di nav de zarok jî 31 kesên ku ji ber xwarinê piştî demekê mîdeya wan li hev ket û vereşiyan, çûne Nexweşxaneya Dewletê ya Înebolê.

31 kes li nexweşxaneyê hatin dermankirin û bo demekê hatin ragirtin.

Hat ragihandin rewşa kesên bi jehrî ketin niha baş e û metirsiyeke cidî li ser tendirustiya wan nîne.

Derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst