KONDA: Tifaqa Cumhur 3 puanan ket paş Tifaqa Millet

07-10-2021
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Rapirsî KONDA
A+ A-

Hwelêr (Rûdaw) - Li gor rapirsiya Navenda Lêkolînên KONDAyê, rêjeya dengên AK Partiyê di meha Îlonê de ji %36.1 daketiye %32.7an.

Navenda Lêkolînên KONDAyê, encamên rapirsiya meha Îlonê ya li ser hilbijartinan belav kir. Li gor rapirsiyê, rêjeya dengên Tifaqa Cumhur ku ji partiyên desthilatê AKP û MHPê pêk tê daketiye û rêjeya dengên Tifaqa Millet ku ji partiyên opozîsyonê CHP û ÎYÎ Partiyê pêk tê bilind bûye. Herwiha dengên HDPê jî zêde bûne.

Rêjeya dengên AKPê ku meha Tîrmehê %36.1 bû, meha Îlonê daketiye %32.7an. Rêjeya dengên MHPê ku meha Tîrmehê %9.3 bû, meha Îlonê daketiye %8.9an. Bi giştî rêjeya dengên Tifaqa Cumhur ji %45.4 daketiye %41.6an.

Di Tifaqa Millet de jî dengên CHPê kêm bûne, lê yên ÎYÎ Partiyê zêde bûne. Rêjeya dengên CHPê %25.6 daketiye %24.8an. Rêjeya dengên ÎYÎ Partiyê %15.7an bo %19.3 bilind bûye. Bi giştî rêjeya dengên Tifaqa Millet gehiştiye %44.1.

Herwiha rêjeya dengên HDPê jî ku meha Tîrmehê %11.2 bû, di meha Îlonê de gehiştiye %11.7. Rêjeya dengên partiyên din jî bi giştî %0.5 zêde bûye û derketiye %2.6.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst