STENBOL - Li bazaran çûnûhatin heye danûstandin nîne

Duh li 12:32
Rawîn Stêrk
Bazar- Stenbol\ Wêne: Rûdaw
Bazar- Stenbol\ Wêne: Rûdaw
Nîşan Stenbol Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) ENAG Qeyrana Aborî Mûçeyê Xanenişînan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Qeyrana aborî ya ku li Tirkiyeyê berdewam dike li kuçe û bazaran xelk rûbirûyî birçîmayînê kiriye.

Qerebalixî li bazaran heye lê danûstandin li bazaran nîne.

Rêjeya enflasyonê hîn jî di asteke bilind de ye û hêza kirînê ya xelkê ketiye asta herî nizm.

Xelk ji ber ku market biha ne berê xwe dide bazaran û li wir jî çiqin biçûk bûne û xelk bi kêmkirina her tiştî, hewl dide xwe bigihîne dawiya mehê.

Muazzez Unat xanimeke 78 salî ye tevî kur û nêwiyê xwe dijî, her hefte ereboka xwe digire û xwe berdide bazara ku li nêzîkî mala wê tê vekirin.

Bi meaşê malnîşiniyê ku ji hevjînê wê jê re maye, hewl dide pêdawistiyên heftane bikire.

Ereboka ku divê heta biçe malê tije bibe, dê heta nîvî bimîne.

Dil gelek tiştan dixwaze lê qeyrana aborî çawa bandor li milyonan kesî kiriye Muazez Unatê jî nîv têr û nîv birçî hiştiye.

“Ez êdî cilûbergan nastînim”

Malnişîn Mûazzez Unatê behsa zêdebûna xerciyan kir û wiha got:

"Gelekî zehmet e ku xercî û dahat hevdû bigirin. Mûçeyê me niha bûye 12 hezar.

Av, kareba û gaz gelekî zêde digire.

Zarokên min alîkariya min dikin. Ez behtir ji cil û bergan kêm dikim.

Tiştekî nû ji xwe re nakirim.

Eger behsa eşyayan bikim hemû kevn in. Ez bi tiştên kevn îdare dikim. Mixabin halê malnişînan ev e.”

Qeyrana aborî ya ku li Tirkiyeyê êdî dibe sedema gelek arîşe û birçîmayîn û nezelaliyê li bazarê çiqinan, li malan qûşxaneyan biçûk dike.

Li gorî TUIKê rêjeya enflasyonê bûye ji sedî 57,97 lê saziya serbixwe ENAG radigihîne ku rêjeya rastî bûye ji sedî 90,35.

Wate hêza kirînê ya xelkê têk çûye. Bazar qerebelix lê kirîn û firotin kêm e.

“Çûnûhatin heye lê danûstandin nîne”

Dukandarê bi navê Cemal Tengî jî amaje bi wê yekê dide ku li bazarê çûnûhatin heye lê danûstandin nîne.

Cemal Tenî behsa bandora krîza aborî kir û wiha dewam kir:

“Welehî çûnûhatin hevdû nagire ti carî. Her tişt her tim biha dibe.

Ev tişt îro 5 lîre be sibehê dê bibe 6 lîre. Qerebelix heye lê ji xwe re temaşe dikin û diçin.

Yên pereyên wan heyî dikirin ên pereyên wan nîne derbas dibin.”

Ahmet Korcan jî dukandar e. Li gorî gotina Ahmet Korcan jî dahata xelkê kêm û xerciyên wan gelekî zêde ne.

Zivistaneke dijwar li hêviya welatiyan e

Ji ber ku nirxê lîreyê Tirkî li hemberî dolarê Amerîkî her ku diçe kêmtir dibe, bihayê her tiştî jî zêde dibe.

Roj bi roj bihayê her tiştî diguhere û zivistaneke reş li benda xelkê ye.

Niha li bazarê bihayê dolarekî 34 lîreyê Tirkî derbas kiriye. Lîtreya sotemeniyê jî 43 lîreyên Tirkî derbas kiriye.

Tedbîr û rêgiriyên desthilatê yên kêmkirina enflasyonê têr nakin û li gorî pisporan heger wisa berdewam bike dê rizgariya ji qeyrana aborî di dawiya 2025an de pêk were.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst