Li ÎSMEKê serlêdanên kursên Kurdî dest pê kir

07-09-2023
Ferdî Sak
Nîşan ÎSMEK Kursên Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Enstîtuya Stenbolê (ÎSMEK) ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê serlêdanên kursên zimanî û pîşeyî dest pê kirin.

Di bernameya wan de kursên zaraveyên Kirmanckî (Zazakî) û Kurmanciyê yên Kurdî jî hene.

Kesên ku dixwazin fêrî Kurdî bibin dikarin serlêdanê bikin.

Kursên zaravayên Kurmancî û Kirmanckiyê yên Kurdî di çarçoveya Zarave û Zimanên Zindî de di bernameyê de cih digirin.

Kesên ku dixwazin fêrî zimanê Kurdî bibin dê li aliyên pêwendîdar ên girêdayî Şaredariya Stenbolê serlêdanên xwe bikin.

ÎSMEK niha li 150 navendên li seranserê Stenbolê perwerdeya kurs û pîşeyên cuda dide.

Xwendin û fêrbûna li wan navendan a ji bo vê demsala nû ya xwendinê dest pê kir.

Li gor zanyariyên ku Rûdawê bidestxistine serlêdanên kursên zimanê Kurdî di 4ê Îlonê de dest pê kirine û heta derdora 20 rojên din berdewam dikin.

Kursa zaraveyê Kirmanckiyê 23ê Îlona 2023an dest pê dike û di Sibata 2024an de temam dibe.

Kursa asta A1ê ya zaraveyê Kurmanciyê jî di 20ê Îlonê de dest pê dike û 15ê Kanûna Pêşîna 2023yan berdewam dike.

Li gor zanyariyên Rûdawê îsal ji bo Kurmancî û Kirmanckiyê 20 kontejan di wan kursan de hatine dayîn lê tê pêşbînîkirin ku hejmara kontejanan li gor serlêdanan zêdetir bibe.

Di dawiya her kurseke bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckiyê sertîfîkayeke fermî ya ji Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê hatiye pesendkirin ji bo kesên beşdarî kursê tê dayîn û ev jî daxwaza li ser van kursan bi taybet di van salên dawî de zêdetir dike.

Cihê sereke yê serlêdana kursên Kurdî li Dibistana Ziman a Şîşliyê bi awayekî rûbirû ye.

Zaraveyên Kirmanckî û Kurmanciyê yên Kurdî di kursên ziman ên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de wek ders tên  dayîn.

Bi 2 bernameyên cuda Kurdî tê fêrkirin: Astên A1 û A2 yên Fêrbûna Kurmancî,  Nivîsîn û Axaftina A1-A2 Kurmancî.

Kesên ku dixwazin dikarin ji vê lînkê serî li kursên fêrbûna Kurdî bidin: https://enstitu.ibb.istanbul/portal/egitim_detay.aspx?BransCode=4782

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst