Di pevçûna li klûbeke şevê de kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Niluferê ya parêzgeha Bursayê di klûbeke de pevçûn derket û kesekî canê xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.

Bûyer li li klûba şevê ya li Taxa Altınşehirê ya Niluferê qewimî.

Li gor îdîayan çar kesên bi navê Çaglar Bayraktar, Yasin Karapinar, Gokhan Kiliç û Muhammet Okan xwest biçin nav klûbê lê karmendên klûbê rê nedane wan.

Li ser wê yekê di navbera wan her çar kesan û karmendên klûbê de alozî derket.

Bi zêdebûna aloziyê re zêrevanê klûbê yê bi navê Guçlu Şamil Emsen bi çekê gule li her çar kesên navborî reşandin û Çaglar Bayraktar jî bi çekê gule li wî reşandin.

Di bûyerê de Yasin Karapinar, Gokhan Kiliç, Muhammet Okan û Guçlu Şamil Emsen birîndar bûn.

Birîndar birin nexweşxanyên derdorê. Lê tevî hemû hewldanên bijîşkî Gokhan Kiliç li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Herwiha hat zanîn ku rewşa Muhammet Okan jî dijwar e.

Çaglar Bayraktarê ku ji cihê bûyerî reviya ji aliyê polîsan ve hat girtin.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.