Ji bo Leyla Guven 43 sal cezaya girtîgehê hat xwestin

07-09-2022
RÛDAW
Nîşan Leyla Guven HDP Girtîgeh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ji bo Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven bi hinceta “propagandeya rêxistinê” 43 sal daxwaza cezaya girtîgehê hat kirin.

Îro rûniştina doza ku bi hinceta “propaganedeya rêxisitinê li dijî Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Berê ya Colemêrgê ya HDPê Leyla Guven hatiye vekirin, li 9emîn Dadegeha Cezayên Giran a Amedê bi rê ve çû.

Guven ji Girtîgeha Girtî ya Jinan a Xarpêtê bi rêya Sîstema Deng û Reng (SEGBÎS) beşdarî dozê bû û parêzêrê wê jî di dozê de amade bû.

Dozger îdia kir ku Leyla Guven bi çalakiya xwe ya greva birçîbûnê û bîranîna ew kesên ku di encama îşkenceyên derbeya leşkerî ya 1980an li Girtîhgeha Amedê canê xwe ji dest dane “propeganedeya rêxistinê” kiriye.

Dozger her wiha got ku Guven di çend axaftin û parvekirinên xwe yên li ser medya civakî de jî bi heman awayî “propagandeya rêxistinê” kiriye û bi vê hincetê daxwaz kir ku bo wê siyasetmedara Kurd bi vê hincetê 43 sal û mehek û 15 roj cezayê girtîgehê bê dayîn.

Guven jî li beramber vê îdiaya dozger diyar kir ku axaftinên wê yên bi Kurdî bi xeletî hatine wergerandin û daxwaza wergerekî pispor kir. Her wiha ragihand ku ew dê parastina xwe di rûniştineke din a dozê de bike.

Parêzerê Leya Guven jî li dijî doznemeya ji parastinê daxwaza demeke zêde kir.

Dadgehê daxwaza werger ji bo Leyla Guven red kir û daxwaza parêzer a dem pesend kir û rûniştina din a dozê bo 17ê Cotmeha 2022an paş xist.

Siyasetmedara Kurd Leyla Guven bi hinceta “endamtî û propagandeya rêxistinê” di 21ê Kanûna 2020an de bi 22 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hatibû cezakirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst