Sê perestyar ji ber amadekirina kartên sexte yên vaksînê hatin girtin

07-09-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Stenbolê ya Tirkiye 3 perestyarên ku kartên sexte yên vaksînê amade dikirin hatin girtin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di çarçoveya tedbîrên Coronayê de welatiyên ku derzî li xwe nexistine pêwîst e di geştên balafir û otobusan de testa PCR a Coronayê bikin, daku bikaribin geşta xwe bikin.

Gelek welatiyên ku naxwazin bi pereyekî zêde testa PCR bikin serî li rêyên neyasayî didin.

Di encama lêkolîn û şopandina hêzên emnî yên Tirkiyê de hat tespîtkirin ku li nexweşxaneyeke taybet a Stenbolê testên sexte tên amadekirin.

Hêzên ewlekariyê îro bi ser wê nexweşxaneya taybet de girtin û 3 perestyar û 3 kesên din ku bi organîze kartên sexte yên derziya Coronayê amade dikirin desteserkirin.

Her 3 perestyar ji aliyê dadgehê ve bi tohmeta gendelî û sextekariya di belgeyan de hatin girtin û her 3 kesên din jî bi mercên edlî hatin berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst