Erdogan: Yekemîn tehdîd ji bo me PKK ye ne DAIŞ!

07-09-2015
RÛDAW
A+ A-

  

Hewlêr (Rûdaw) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, yekemîn gef û tehdîd li ser Tirkiyê, PKK ye ne DAIŞ. Erdogan li ser kirîza koçberan jî got, welatên rojava deryaya Spî ji koçberan re kirine goristan.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, duh bersiva pirsên televîzyona amerîkî ya CNN International da.

Erdogan li ser kirîza koçber û penaberan axivî û behsa xeniqîna zarokê kurd Alan Kurdî li nav deryaya Ege de kir û got, li gorî min tevahiya rojava li hember vê yekê berpirs in û ez wan sûcdar dibînim, ji ber ku wan deryaya Spî ji koçberan re kirine goristan. Deriyê xwe girtine û nahêlin ti kes derbasî welatên wan bibe.

Erdogan anî ziman ku berpirsê tevahiya kirîz û aloziyên ku li Sûriyê derketine, rêjîma Beşar Esed e û got, mixabin Rûsya û Îran jî pişta wê rêjîmê digirin.

Serokomarê Tirkiyê li ser wan şirove û fikarên ku dibêjin, qesta Tirkiyê ji avakirina “herêma aram” li nav axa Sûriyê ew e ku pêşiya avabûna statûyeke kurdî li wî welatî bigire, jî got, ew şirove û îdia hemû derew in. Di rastiyê de tişta ku li wir diqewime ew e ku PYD dixwaze bakurê Sûriyê dagîr bike û xwe bigihîne deryaya Spî. Tirkiye jî vê yekê dibîne.

Erdogan li şerê PKK û DAIŞê jî axivî û got, ji bo Tirkiyê yekemîn tehdîd, PKK ye û DAIŞ duyemîn tehdîd e lê emê ne tenê li dijî her du rêxistinên han, li dijî PYD û DHKP-C jî şerê xwe bidomînin.

Serokomarê Tirkiyê gazinde jî li welatên rojava di “şerê terorê” de Tirkiye tenê hîştine û pişta wê nagirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst