Rewşenbîrên kurd ji ber kurdî gazindan ji siyasetmedaran dikin

07-09-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor belgeyên parlamentoya Tirkiyê, di parlamentoyê de ji 550 kesî 70 parlamenter bi binyata xwe kurd in û parlamenterên bi kurdî jî dizanin 38in, jê 24 ji BDPê ne û 8 ji AKPê û 2 jî ji CHPê ne.

Lê gelek zimanzan û rewşenbîrên kurd li perçeyên din ên Kurdistanê dibêjin, tevî hemû zext û zordarî û siyaseta înkarkirinê yê dewleta Tirkiyê di dîroka Kurdistana bakur de, pêwîst e siyasetmedar û rewşenbîrên kurd li bakur zimanê kurdî bikar bînin. Ew rewşenbîr dibêjin, ji bo çi di van demên dawî de, rêveberên BDP û KCDê dema li başûrê Kurdistanê bûn bi zimanê tirkî civînên çapemeniyê li dar dixistin û wek kesekî biyanî wergêr ji bo wan danîn, tevî ku ew li Kurdistanê ne û ne li Tirkiyê û Ewropayê ne.

Hin çavdêrên din jî dibêjin, ew partî şev û roj dixebitin da ku zimanê kurdî di destûra bingehîna Tirkiyê de bi cî bikin, ji bo çi xwe fêrî xwendin û nivîsandina kurdî nakin û civînên xwe hemû bi zimanê tirkî li dar dixin û eger ew siyasetmedar li kîjan welatî bana wê xwe fêrî zimanê wî welatî kiribana, çima xwe fêrî kurdî nakin.

Gelek rewşenbîrên rojavayê Kurdistanê jî diyar dikin ku tevî ku li bakurê Kurdistanê ji sala 1990 de, kovar û rojname û stran bi zimanê kurdî tên belavkirin lê li Sûriyê rêjîma Beis zimanê kurdî bi her awayî qedexe kiribû û navên hemû bajarok û gundên kurdan jî wergirandibû zimanê erebî û bi her rengî şerê zimanê kurdî dikir jî lê piraniya siyasetmedar û rewşenbîrên kurd bi kurdî diaxifin û bi kurdî ragihandinê dikin.

Rêveberên saziya KURDÎ-DERê dibêjin, pêwîst e ji vir û pêde, herkesê ku bixwaze bibe rêveber di nav partiyên kurd ên li bakur, bawernameyeke zimanê kurdî wergirtibe yan jî xwendin û nivîsa bi kurdî zanibe û divê partiyên kurd jî kampanyayekê bo fêrbûn û fêrkirina zimanê kurdî dest pê bikin.

Profîsor û zanyarê civakiyê tirk Îsmaîl Beşikçî dibêje, ji xwe heta niha welatê kurdan hatiye dagîrkirin û kurd ji her tiştên xwe bêpar mane, tenê zimanê wan ew parastine, ta ku zimanê kurdî bûye nasnameya kurdan, ji ber wê pêwîste kurd bi her awayî bi zimanê xwe ve girêdayî bin û pêş bixin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst