Li Osmaniyeyê ji ber govenda Kurdî 4 kes hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Osmaniyeyê her 5 kesên ku bi hinceta govenda Kurdî hatibûn desteserkirin bi biryara dadgehê hatin girtin û ew şandin girtîgehê.

Li Osmaniyeyê 6ê Tebaxa 2024an Hevserokên DEM Partiyê yên Osmaniyeyê Sevgî Aydin û Faruk Kahraman û Rêvebirê DEM Partiyê Hakan Kahraman, Hîvda Kahraman û Murat Kahraman bi hinceta govend û strana Kurdî û ji ber desmalên kesk û sor û zer hatibûn desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê Hîvda Kahraman heman rojê piştî karên îfade wergirtinê li Rêveberiya Ewlekariya Osmaniyeyê bir Dadgeha Osmaniyeyê.

Hîvda Kahraman her wê rojê ji aliyê dadgehê ve bi hinceta “propagandaya PKKê” hat girtin.

Hêzên ewlehiyê Sevgi Aydin, Faruk Kahraman, Hakan Kahraman û Murat Kahraman jî çro veguhastin dadgehê.

Ew jî bi hinceta “propagandaya PKKyê” hatin girtin.