Kabûsa xwediyên motorsîkletan: Her roj herî kêm 10 tên dizîn

07-08-2024
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Li Stenbolê her roj nêzîkî 10 motoran têne dizîn / Wêne: Rûdaw
Li Stenbolê her roj nêzîkî 10 motoran têne dizîn / Wêne: Rûdaw
Nîşan Tirkiye Stenbol Dizî Motorsîklet
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – Li bajarê Stenbolê van demê dawiyê diziya motorsîkletan gelekî zêde bûye.

Bi taybetî di dema pandemiyê de û pişt re li seranserî Tirkiye sektora motorkûryeyan geş û mezin bû.

Êdî li nava Tirkiye bi milyonan motorsîklêt hene û bazara motosîklêtan germ e.

Bi vê geşbûnê re jî diziya motorsîklêtan ketiye rojeva welêt û xelk ji diziya motoran bêzar bûye.

Her sal bi hezaran motorsîklêt têne dizîn û hema bêje temamê wan jî nayêne dîtin.

Bi taybetî li Stenbolê her roj nêzîkî 10 motoran têne dizîn.

Mexdûrên diziya motorsîklêtan didin zanîn ku lêkolîn û şopandineke baş nayê kirin û ji ber wê bi sedan milyon zerer ji berîka xelkê diçe.

Li nava Tirkiye hejmara motorsîklêtan gihîştiye dora 6 milyonan û di nava trafîkê de serê gavê, carina kom bi kom motorsîklêt li hev diqelibin.

Hasan Goren yek ji wan e ku beriya çendîn mehan motora wî hatiye dizîn lê heta niha tu deng û şopek jê nîne.

“Çete vî karî dikin”

Mexdûr Hasan Goren ji Rûdawê re got:

“Heta niha jî asayîşê tu agahî nedane. Motor nayê dîtin û dibêjin ku çete vî karî dikin. 

Lê tu agahî nînin. Bi ya min polîs lêgerîneke berfireh nake ji ber ku piştî dizînê, motora min bi 15 rojan di gîşeyan re derbas bûye.

Plaqe lê ye û dîmen hene. Min ew dîmen ji CÎMERê re şand lê hîna jî ti encamek nîne.”

Yek ji wan kesên ku motorsîklêta wî hatiye dizîn jî hevkarê me yê ofîsa Stenbolê Murat Bulat e.

Tevî lêger, serlêdan û şopandina bi mehan jî motor çû û çû.

“Ji ber ku li ser nesekinîn motor nehatiye dîtin”

Murat Bulut da zanîn ku motora wî 300 hezar lîrebû û got:

“Texrîben 10 hezar dolar. Ez çûbûm cihekî sibehê ez rabûm motor hatibû dizîn.

Me serî li ewlehiyê da. Lêkolîn kirin lê zêde li ser nesekinînin. Cihê ku motora min hatî dizîn nêzikî rêyeke serekebû û li wir gelek kamera hene.

Ji ber ku li ser nesekinîn jî motor heta niha nehatiye dîtin.”

Bi taybetî li Stenbolê diziya motorsîklêtan bûye xewnereşk ji bo kûrye û ew kesên ku hezê li motoran digirin.

Li gorî texmînan ji destpêka salê heta niha zêdeyî hezar motorsîklêt li vî bajarî hatine dizîn.

Tevî ku hemû rê bi kamerayan têne şopandin jî hejmareke gelekî kêm ji wan motoran têne dîtin ku hatine dizîn.

“Diziya motoran gelekî zêde bûye”

Serokê Grûba Motorsîklêtan Taner Bozkurt jî got:

Di van salên dawî de diziya motoran gelekî zêde bûye. Em bangî asayîşê dikin.

Dema ku motor rawestandin divê lêkolînek baş bê kirin.

Niha diz rûsxetên motoran jî çêdikin. Plaqeyan didizin, rûsxetên sextê çêdikin.”

Xwediyê motoran Oner Oz jî got:

“Min niha 3 motorên hene û garaja min a taybet heye. Kamera tê de ye û girtî ye.

Eger li derve bihêlî û girê nedî têne dizîn. Lê min garaj çêkiriye.”

Mexdûrên diziya motoran li ser torên civakî grûban ava dikin da bi piştevaniya hevûdin motorên xwe bibînin.

Lê nava çend rojan de eger hat dîtin temam lê piştî wê êdî dîtina motoran ne pêkan e.

Ji ber ku ew motor ku hatin dizîn, têne perçekirin û perçe bi perçe difiroşin tamîrxaneyan.

Eger ne sîgortekirîbin jî ew zerer ji kîsê mexdûran diçe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst